ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18.07.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Çalakiya konvedanê ya ku şêniyên Kobanê li ser sînorên bi bakurê Kurdistanê re destpê kiriye li gundê Qere Moxê rojhilatê Kobanê di roja duyemîn de berdewam e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li navçeya Dirbêsiyê ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê yên dawîn li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek navendî li dar dikeve saet 17:00`an. Bi heman mebestî Meclisa navçeya Serêkaniyê meşek girseyî li bajêr saet 11:00`an organize dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên bajarê Qamişlo jib o şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmên başûrê Kurdistanê û tevgerên dagirkeriyê li ser sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşin. Meş ji çarxerêya Osman Serbî  rojhilatê bajêr destpê dike saet 09:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo konê sersaxiyê ji 5 şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê re;Sîpan Sor(Elî Aktaş), Serhed Amanos(Umerallah Dorsun) Navdar Sînker(Mîkaîl Ozdemîr) Serhed Şafak(Wehîb Tekîn) û Şiyar Feraşîn( Celal Ozturk) li bajarê Qamişlo li dar dixe saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Bi dehan cihên dîrokî yên Efrînê ji hêla çeteyên dagirkeriya Tirk ve hatin kolandin û dizîn. Heta niha talankirina zêdetirî 16 hezar parçeyên dîrokî ji Sûriyê hatiya tekezkirin. Ev parçeyên dîrokî di muzexaneyên Tirkiyê de ne û piraniya wê vedigerin şûnwarên Efrînê.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê hemleyeke berfireh ji bo sererastkirina dibistanan kirin. Heman demê de hemû mamoste derbasî perwerdeyên amadekariya sala xwendinê ya nû kirin. Her wiha meteryalan ji bo xwendekarên refa 11 amade dikin û bi Zanîngeha Rojava re plan dike ku peymangehên bilind vebikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Desteya Çandê hewl dide cihên tûrîzimê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê aktîv bikin. Desteyê gavên piratîkî di vê çarçoveyê de avêt û li benda derxistina qanûna ku forma qanûnî ji bo karê aliyê siyahî rêxistin dike, ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarê Sûrî yê muxalif Ekrem El-Dolî tekez kir ku MSD`ê di rêya rast de gelek gav avêtin û tevlibûna wê di danûstandinan de pêwîst e da ku nûnertiyek baştir û giştî pêk were.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endama  Buroya Têkiliyan a MSD`ê şaxê Helebê Fatme Hesîno tekez kir ku Tirkiyê bi rêya binpêkirinên xwe li herêmên Sûrî ku dagir kirine, hewl dide ninumeya Lîwa Skenderon dubare bike. Lewra pêvajoya heyî şoreşek gelêrî giştî pêwîst dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Nûnerên eşîrên Ereb ên navçeya Til Hemîs a herêma Cizîrê gotin: “Çeteyên ku niha di girtîgehên Rêveberiya Xweser de ne, gelek sûcên dermirovî li dijî me kirine. Divê çete li herêmên me bên darizandin.” .(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Şoreşa Rojava ku wek “şoreşa jinan” tê naskirin, dikeve sala xwe ya 8‘emîn. Jinan di warê aboriya ku civakê esas digire de gavên girîng avêtin. Di vê çarçoveyê de gelek proje ku karî rê li ber keysbaziyê bigire û hewcedariya civakê bi cih bîne, pêk anîn û ji bo demên pêş jî bernameyeke projeyan danîn.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

Mihrîcana 6`an a Yekitiya Rewşenbîran a Rojavayê Kurdistanê ya ku di 13`ê Tîrmehê de destpê kiriye piştî 6 rojan ji dayîna semîner, orgenîzekirina şevbuhêrkan û pêşendan belgefîlman, bi belavkirina xelatan li ser beşdaran li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo bi dawî dibe saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Yekitiya Rewşenbîran û rêxistina mafên mirovan panelek girêdayî mafên zarokan û makenîzmeya parastina wan li parka Xwendinê ya lêi taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo li dar dixe saet 10:30`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Bi boneya salvegera 7`an a Şoreşa  19`ê Tîrmehê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşek bi meşaleyan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê organize dike saet 20:30`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariya Gel a bajarê Helebê parka El-Istîqamê ku çeteyan kirbû goristan, jinûve sererast kir û niha veguherî cihê bêhnvedan û gerê.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA