ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18.09.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şaneya Ebû Mihemed El-Himsî ya girêdayî çeteyên DAIŞ`ê êrîşên cuda li Reqa û Teqayê pêk anîne. Şaneyê, hêzên leşkerî û kesayetên girîng kir hedef. Di mikûhatinan de deteyên girîng girêdayî êrîşên ku li herêmê pêk anîne û rêzbaza pêkanîna wê eşkere bûn.(BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Hemleya ku rêveberiyên Jin ên herêmên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê bi dirûşmeya `Em bûn yek bi serktin em ê li berxwe bidin da ku parêzin`, ragihandiye derbasî qonaxek nû. Di vê qonaxê de dê çalakiyên li dijî şideta li ser jinan werin lidarxistin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Endama Koodînasyona Kongreya Star a Rojava Hediye Şemo got: "Kirinên çeteyên DAIŞ`ê der heqê jinên Êzidî de li Efrînê dûbar dibin. Lê jinên Efrînê ji hêla rêxistinên hiqûqî û mirovî ve hatine paşguhkirin û kesek behsa rewşên wan di bin nîrê dagirkeriyê de nake." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariyên gel ên kantona Girê Spî rêzeprojeyên xizmetguzarî ji destpêka havînê ve pêk anîne. Her wiha hîna xebatên wê di projeyên din de berdewam in û amadekariyên zivistanê dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hizira dibistanên amadehî yên tev hev li parêzgeha Siweydayê gelek gotegot çêkir. Hindek wê wek gavek erênî dihesibînin û hindek din jî li gel şertûmercên heyî û tevliheviyê ewlehiyê wek gavek neyînî dihesbînin. Li ser toreyên têghiştina civakî çînek fireh ji şêniyên parêzgehê helwesta kesên dijberî vekirina dibistanên tev hev şermezar kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Çandinî û Berhemên Sewaldariyê ya herêma Dêrikê ji destpêkê vê mehê ve dest bi xebatên paqijkirin û xerbalkirina tovan kiriye da ku beriya destpêkê mewsimê çandiniyê li cotkaran belav bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberên kampa Yarûb ji Meclisa Sivîl a Reqayê xwestin ku beriya zivistan bê alîkariyên pêwîst pêşkêşî wan bike. Rêveberê Buroya Alîkariyê jî diyar kir ku divê meclis hemû pêwîstiyên germkirinê pêşkêşî koçberan bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteyên meclisan ên bajarê Qamişlo mazotê ji Komîteya Sotemeniyê digire da ku bi rêya komînan li şêniyan belav bikin. Tê payîn ku her malbatek 600 lîter mazot werbigire, her lîtreyek bi 75 lîreyên sûrî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji ber bilindbûna buhayê cilan di sûkên navçeyê de hin bazirgan dest bi firotina çilên kevin "Balê" kirine. Cilên balê bi alaqeyeke mezin ji aliyê şêniyan ve tê nîşandan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA