ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1.8.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Çalakiya mertalên zindî li ser sînorên her du kantonên Kovbanê û Girê Spî di roja xwe ya 6`an de berdewam e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Sûriye Demokratîk şaxê Helebê girêdayî gefên Tirkiyê li ber navenda xwe li taxa Şêxmeqsûd daxuyanî dide saet 18:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Partiya Yekitiya Demokratîk her du şehîdan Îsa Hiso û Bavê Cûdî li hola civînan a 8`ê Adarê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi bîr tîne saet 19:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya herêma Cizîrê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed Ziyab li goristana şehîdan a navçeyê oxr dikin saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Di Daîreya Têkîliyên Derve ya bajarê Qamişlo kongereyê çapemeniyê girêdayî gefên Tirkiyê û banga Meclisa Rêveber ji penaberên Sûrî re da ku vegerin herêmên Rêveberiya Xweser li dar dikeve saet 11:30`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Meclisa Zerevanên Xabûr gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin û destnîşan kir ku gefên Tirkiyê hemû gelên herêmê dike hedef.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên bajarê Qamişlo jinûve tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li gelê Kurdistanê û kurdên li derveyî welat kirin ku li dijî tecrîda çalakiyan li dar bixin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Gelê ku li Girê Spî bi salan di êrîşên dewleta Tirk de zarokên xwe winda kirine, got “Em ê li hemberî êrîşên ku li ser me pêk werin, tawîzan nedin.” .(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLOTÎKA

- Hevseroka Partiya Guhartina Demokratîk a Kurdistanê alîgiriya(piştgiriya) banga KNK’ê kir û bang li tevahî şênî, rêxistin û partiyên gelê Kurd kir ku dev ji nakokiyên xwe berdin û li dijî dijminên gelê Kurd bibin yek.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Îro gera 13`an a rêzecivînên Astanayê da ku ritma nakokiyan di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê de kontrol bike li dar dikeve. Gelê Sûriyê temenê wê kuştin, koçberkirin û penaberî dide.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Cîgirê serokê Partiya Nûjen û Demokratîk Mehêr El-Temran destnîşan kirin ku gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hewldanên wê ne ji bo ku Rêveberiya Xweser û serkeftinên ku bi dest xistine têk bibe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

-Partiyên girêdayî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) biryar dane ku buroyên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê venekin, ji ber ku dizin ku rola wan di herêmê de gelekî kêm bûye û vekrina buroyan dê bandoreke neyinî li têkiliyên wê yên bi Tirkiyê re bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê pêşengehe girêdayî Rojava û bakurê Sûriyê li hola meclisa navçeya Rojhilat vedike saet 10:00`an .(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Li kantona Girê Spî nexweşiya kurmê bistrî li zeviyên çandiniyê belav bûne. Gerînendeya Çandiniyê ji cotkaran xwest ku zeviyên xwe derman bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên navçeya Til Hemîsê dest bi seyandina xaniyên xwe kir.  Li navçeyê rêjeya xaniyên axê ji sedî 80‘î ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şaredariya Gel a bajarê Serêkaniyê dest bi sererastkirina rêyên sereke û şaxan  kir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA