ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19 -01-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên Kobanê cenazeyê şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle oxir dikin, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê sersaxiyê ji malbata şehîd Mihemed Meyah re dixwazin ê ku 10‘ê Çileyê li navçeya Holê şehîd dibû. Konê sersaxiyê li gundê Girê Mergê tê vedan, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê 17 şehîdan li Goristana Şehîd Dijwar dispêrin axê, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Efrînê der barê salvegera 2‘yemîn a êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser kantona Efrînê û Berxwedana Serdemê de meşekê li navçeya Ehrasê lidar dixin, saet 17:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rewşenbîran banga yekitiyê li partiyên kurdî kirin û gotin "Tekane rêya li dijî xeteriyan yekitiya kurdî ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Heveserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso got: "Projeya netewa demokratîk a Bakur û Rojhilatiyê Sûriyê rêya têkbirina tevahî planên dagirkeriya Tirkiyê ye. Divê dewletên derve destekê bidin gelên herêmê di vê mîsyonê de." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endama Koordînasyona Kongreya Star Hediye Yûsif destnîşan kir ku mijara rizgarkirina Efrînê û herêmên din ên dagirkirî navnîşana sereke ya hemû civîn û xebatên wan ên dîplomatîk in û got: "Divê xeta têkoşînê berdewam bike da ku şêniyên Efrînê bi garantiya navnetewî vegerin warê xwe."

- Li paytexta Almanya Berlînê roja Yekşemê lûtkeya Berlîn a bi mijara aloziya Lîbyayê bi tevlibûna 11 dewletan li dar dikeve. Li gel wê dewleta Tirk hewl dide bi rêya êrişên li ser Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê û şandina çeteyan ber bi Lîbyayê ve xebatên kongreyê asteng bike. (BI WÊNE).

JIN

- Jinên Efrînê di dema êrişên li ser li Efrînê bê deng neman, li rex şervanan li berxwe dan û ji wan re bûn destek. Bi boneya salvegera duyamîn a êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî kantona Efrînê hinek jinên Efrînê bîranînên xwe yên di Berxwedana Serdemê de ya 58 rojan vegotin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên Êzidî mîras û kevneşopiyên xwe yên di şahî, cejn û boeyên olî diparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên hefteya derbasbûyî de behsa têkçûna agirbesta Rûsya-Tirkiyê ya li Sûriyê û Lîbyayê , şerê li Idlibê, têkbirina dûbarebûna sînaryoya Sûriyê li Lîbyayê ji aliyê Xelîfe Hefter û tevgera gel a li Tûnisê kir. (BI WÊNE).

-CIVAK Û JIYAN

-Jina bi navê Zeyneb Hemada ya 55 salî bi guleyên topên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di lingê xwe de birîndar bûye û nikare tevbigere. Malbata Zeyneb diyar kir ku çete hewl didin gund ji niştecihên wê vala bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kildaniyan tevî qirkirinên dewleta Osmanî û Tirkiyê nasnameya xwe ya çandî û kevneşopiyên ku ji dabîr û bapîrên xwe girtine parastine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevseroka Desteya Aborî û Çandinî ya Rêveberiya Xweser got, tekane rêya derbaskirina aloziya aborî ya li Sûriyê çareseriya siyasî ye û diyar kir ku wan ji bo rêgirtina li ber bilindbûna buhayan tedbîr girtine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gorî belgeyên Meclisa Navçeya Eyn Îsayê di encamên êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bajarê Girê Spî û dagirkirina bajarê de heta niha hezar şênî xwe spartine navçeye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA