ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-01-2021

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Bi navê kantona Efrîn û Malbatên Şehîdan dê mûm li ser gorên şehîdan ên navçeyên Fafîn û Ehresê saet di 16:00’an de pêkevin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Berdevkê fermî yê qebîleya El-Şerabîn û êlên girêdayî wê yên li Sûriye û Iraqê Mihemed Arif El-Hemdun bal kişand ser planên hevpar ên Rûsya, dewleta Tirk û hikumeta Şamê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got "Dîroka me bi têkoşîna hevbeş a li hemberî dagirkeran dagirtî ye." (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Şêniyan tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û piştrast kir ku rêbertî xwediyê fikir û baweriyekê ye û dijmin bi rêya tecrîdê nikare belavkirina fikirê wî asteng bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Nivîsgeha Jinan a MSD’ê ya li Minbicê panelekê bi sernavê "mekanîzmayên formîlekirina destûrê" saet di 11:00’an de li der dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Endama Koordînasyona Kongreya Star a Lubnanê Netewî Xemgin  girtina Leyla Guven ji hêla dewleta Tirk ve, şermezar kir û got "Îro, heke dewleta Tirk a faşîst nikare tehemulî vîna jinan a bi pêşengiya Leyla Guven bike, ji ber ku ew şopdara Sara, Zîlan, Leyla, Bêrîtan û xeta azadiya jinan e." (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêxistinên jinan piştrast kir ku asta sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî, ji asta ku rêxistinên hiqûqî yên li wir çalak in, belge kirine, zêdetir in. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî kirin ku komîteyên lêpirsînê ji bo belgekirina sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinan pêk tînin, bişînin wan herêman. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Qamişlo di roja 8’an de çalakiya konvedanê ya ji bo piştgiriya bi hemleya greva birçîbûnê ya çalakgerên di girtîgehên dewleta Tirk de û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

-Şer û nakokiyên li Hindistan, Çîn û komarên Sovyeta berê, heta çolistana Mexrib û çolistana Erebî tevahî berhemên hegemonyaya kapîtalîst in ku netewedewletan derxistin da ku hebûna xwe mayînde bikin. Aloziya ku ev 10 sal e li Sûriyê rû dide, tê de modeleke li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêş ket û dikarî ji tevahî şer û nakokiyan re bibe çareserî. (BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

- Akademiya Îslama Demokratîk her sal bi lêkolîn û berfirhekirina materyalên xwe hewl dide ku civakeke azad û xwedî exlaq ava bike, her wiha ola îslamê ji reşkirinê rizgar bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Mistefa Elî Mistefa li bajarê Kobanê ji kevntirîn berberan e û hîn jî pîşeya xwe berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA