ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19 -03-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Jinek temenmezin ji kantona Efrînê bûye şahida sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlan li Efrînê. Dibêje ji ber binpêirinên dagirkeran heya du salan nikarî biçe nav zeviyan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ev du sal in şêniyên kantona Efrînê berxwedana di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de didomînin. Şênî li hemberî koçberî û mercên jiyanê yên dijwar disekinin, ji ber ku di wê baweriyê de ne ku berxwedana rêya tekane ya vegera li Efrînê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedar Mihemed Hisên got: “Fikrê Rêber Abdullah Ocalan ê projeya netewa demokratîk rêya tekane ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye û divê li Rojhilata Navîn were pêşniyarkirin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Yekbûna şêniyên Efrînê û darên zeytûnê ji mêj ve ye. Ji bo wan êdî bûye pîşe û mîrasek. Ruxmî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê dagir kirin, lê efrîniyan dest ji çandina darên zeytûnê li her cihê lê dimînin bernedan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Heyva Sor a Kurd li Kampa Holê hewl dide koçber û penaberan girêdayî parastina ji vîrûsa Korona zana bike. Her wiha hewl dide hejmara kadroyên xwe zêde bike. Ji aliyekî din ve Mehmd Elî destnîşan kir ku kêmkirina rêxistinan hejmara kadroyên xwe bi awayekî neyînî li aliyê zanakirina koçberan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA