ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19- 09-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Kongreya Star panelekê li xwaringeha Çarçela ya bajarê Dêrikê li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê panelekê li ser danasîna ola Êzidiyatî li bajarê Qamişlo li dar dixe, 14:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Helbestvanê Kurd Lorî Til Darî got: "Yekitî û hevgirtina pêkhateyên herêmê wê rola pêkhateyan a li hemberî planên Tirkiyê û kesên ku destekê didin dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurt bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Oldaran destnîşan kirin ku lihevkirin û yekitiya pêkhateyan têrê dike ku hemû pirsgirêkan heyî çareser bike û gotin, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şikandina hêza DAIŞ'ê yek ji berhemên yekitiya pêkhateyan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çeteyên dewleta Tirk a dagirker kiryarên xwe yên bi armanca tunekirina nasnameya Sûrî li herêmên dagirkirî ji guhertina demografîk bigire heta ferzkirina pereyên Tirkiyê û nasnameya kesayetî zêde kirine. Çalakvanê muxalif ê Sûriyê Bedir Mensûr dibêje ev kiryar wekî gava destpêkê ya îlhaqkirina van herêman bi Tirkiyê ve ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan ên bajarê Kobanê destnîşan kirin ku divê her kurdek azad piştgiriyê bidin berxwedana Heftenînê û gotin "Her berxwedêrek li Heftenînê şehîd bû mîna ku li Kobanê şehîd bûye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- PDK’ê gaveke xeter avêt û cebilxaneyeke giran li palên Pêşxabûra Deriyê Sînor ê Sêmalka bi cih kirin her weha li vê derê qereqolên nû, nuqteyên leşkerî û çeper ava kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN). 

POLÎTÎKA

- Tevî hewldana Rûsya ya dosyaya diyalogê ya di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê, lê gav nayên avêtin. Her wiha gerînendeyê Navenda Kurdên Bêsînor da zanîn ku hikumeta Şamê bi fişara îranî-tirkî ji diyalogê direve û Rûsya jî hewl dide demê bi dest bixe heta ku encamên hilbijartinên Amerîkayê derdikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Çavkaniyên taybet ji ANHA'yê re diyar kirin ku dewleta Tirk 275 çete ku li Efrîna dagirkirî perwerde kirine, şandine Azerbeyanê. Lêkolîner dibêjin ku Tirkiye dixwaze îmareke îslamî li herêmê ava bike û ev çete bingeha rêxistineke ji DAIŞ û El-Qaîde tundrawtir e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Endama Koordînasyona Kongreya Star got, kombûna gel li derdora tevgera azadiyê hişt ku dewletên dijber di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de ji bo têkbirina wê bi hemû rêbazan de kar bikin da ku aloziya li Rojhilata Navîn bidome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Jinên ciwan ên Kobanê kiryarên dewleta Tirk  a dagirker ên li herêmên dagirkirî şeremzar kirin û gotin pêngava wan wê ji binpêkirinan re bibe bersiv. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA