ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19- 10-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya navçeya Girkê Legê meşekê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dixe, saet 14:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên Ermen û Asûr ên kantona Hesekê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi şandina çeteyan ji bo Azerbeycanê dixwaze komkujiyên ku berê pêk anîbûn dubare bike û wiha gotin: “Em aştîxwaz in û em şer naxwazin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li Bakur Rojhilatê Sûriyê gelek ajanên endamê îstixbarata AKP-MHP’ê di encama operasyonan de hatin girtin. Bi operasyoneke taybet a hêzên ewlehiya hundirîn endamekî dî yê MÎT’ê hate girtin. Şoreşa Rojava li hemberî her awa êrîşan li ber xwe dide, bi taybetî jî dijî êrîşên di çarçoveya şerê taybet de ji bo jinavbirina pergala Rojava bi nehênî têne meşandin, asayîşa herêmê bi orepasyonên serkeftî rê nade ku ev êriş bi ser bikevin.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Seroka Weqa Jîn a Jinan got: "Ji ber zêdegaviyên dewleta Tirk a dagirker welatên li herêmên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê û êrişên wê yên li ser jinan, bi tevlêbûna jinan ji 7 welatan me pêngavek daye destpêkirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên lidarxistina kongreya xwe ya 8’an dike. Kongrê wê bi diruşmeya "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dagirkeriyê têk bikin û şoreşa jinê misoger bikin" were lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN
- Êzidiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku ew peymana girêdayî Şengalê ya di navbera Bexdayê û hikumeta Herêma Kurdistanê de, bi tu awayî qebûl nakin, ji ber ku bêyî îradeya gelê herêmê hatiye îmzekirin. Her wiha destnîşan kirin ku peyman bi fermana dewleta Tirk pêk hatiye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Kampanyayên boykotkirina kelûpelên Tirkiyê yên ku beriya çend rojan ji Erebistana Siûdî û hin dewletên Kendavê û Misirê ve dest pê kirine, bandoreke mezin pêk tînin. Çavdêr texmîn dikin ku dê kampanya fireh bibe û bandoreke rasteqînê li Tirkiyê bixe. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Ji bo çareserkirina pirsgirêka gilêşxaneya bajarê Qamişlo, Gerînendetiya Jîngehê ya girêdayî Desteya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê dest bi projeyekê berfireh kir. Proje dê li ser sê beşan pêk bê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA