ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19. 11. 2019

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

- Li Rojavaye Kurdistanê yekemîn malbata Ermenî Serkîs ku di 2011‘an de tev li nav refên şoreşê bûne, heya niha li dijî dagirkeran welatê xwe diparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-‘‘Ev cara sêyemîn e ku Erdogan me ji malên me dide koçberkirin û malbatên çeteyan tê de bi cih dike. Piraniya taxên bajarê me wêran kir. Bêgunehiya zarokên me dizî.‘‘ Bi van gotinan koçberên Serêkaniyê kiryarên Erdogan vedibêjin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û rûspiyên êlên Ereb ên navçeya Til Hemîs dagirkeriya dewleta Tir a li ser xaka Sûriyê red kirin û gotin:`` Dewletên bi nakok di Sûriyê de qala agirbestê dikin, lê tu agirbest pêk nehatiye û êriş berdewam in.‘‘ (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarên jin ên bajarê Helebê gotin gelek armacên êrişên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene di serî de têkbirina projeya demokratîk, biratiya gelnan, koçberkirina tevahiya gelên DAIŞ`ê tune kirin û li cihên wan çeteyan bi cih bike di hewldanekê de ji bo ku demografiya herêmê biguhere. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA