ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19 - 12-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Şêniyên navçeya Dirbêsiyê li dijî komploya li ser Şengalê meşekê li dar dixin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Qamişlo îşaret bi girîngiya yekitiya pêkhateyan û girêdana bi xakê kirin û diyar kir ku ewlehiya herêmê bi piştgiriya hêzên leşkerî û xweparastinê misoger dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPYVÎN

- Salih Muslim destnîşan kir ku pêkhatina êrişên li Amêdiyê û şewitandina buroyên ENKS’ê bûyerên biguman in û diyar kir ku ev bi giştî di çarçoveya hewldanên derxistina pevçûna di nav Kurdan de pêk tên ku reng e ev hewldan berdewam bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Xedîce Îbrahîm diyar kir ku vîna jinên Kurd armanc tê girtin, dadgehên dewleta Tirk li dijî tecawiza li dijî jinên Kurd dengê xwe dernaxin û got “Saziyên berpirsyar di bêdengiya mirinê de ne.”  (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Ebdukerîm Siko got ku gelê Kurd kirinên PDK`ê qebûl nake û piştrast kir ku dîrok dê binivîse ku hêzên vê partiyê êrişî gerîlayên ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin, kirin. Siko girîngiya yekitiya Kurd destnîşan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê, piştgiriyê xwe bi berxwedana girtiyên di greva birçîbûnê de nîşand dan û banga rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyê êla El-Sade El-Mişahde ya li Mergedeyê got: “Eşîrên Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li rex şêniyên Şengalê ne, em piştgiriya rêveberiya wan dikin û em qebûl nakin ku komkujiyên din li dijî wan pêk werin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Şîrovekarê siyasî Nesir Ferwan têkildarî rewşa parêzgeha Deraa ya başûrê Sûriyê û çarenûsa wê got: "Başûr hîna herêmeke gur e, dibe ku bi salan wisa bimîne û çarenûsa wê ne girêdayî îradeya hikumeta Sûriyê, lê belê girêdayî siyaseta herêmê ye." (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

- Her çi qasî bi temenê xwe biçûk e û ji ber aloziya Sûriyê zor û zehmetî dîtin, lê hezkirina wê ji nivîsandina romanan, kurteçîrok û helbestan re sînor nas kir, malbatê destek da behreya wê û xewna xwe bi cih anî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li gundewarê navçeya Til Hemîsê nexweşiya Laşmanya careke din belav dibe. Di 3 mehên dawîn de hejmara kesên bi vê nexweşiyê ketine gihaşt 332 kesan. Bijîşkan bang li şêniyan kir ku tedbîrên xweparastinê bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA