ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19.04.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Xwedî giyanek şoreşgerî û têkoşînek têr û tijî ye. ji biçûkahiya xwe ve bi Tevgera Azadiya Kurdistanê bi bandor dibe û hêvî dike ku tevlî bibe. Em qala  Xeyrî Xelef bi nasnav Şoreş Xezne dikin. (BI WÊNE)

- Gelek gotegotên girêdayî rewşa navçeya Til Rifatê, lihevkirina Rûsî-Tirkiyê ku dê senaryoya Efrînê lê were dubarekirin belav bûne. Ji aliyekî din ve metirsiyên êrîşek leşkeri li Til Rifatê zêde dibin. Di rewşek wisan de dê karesatek mirovî rû bide û 25 hezar sivîl koçber bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dijminahiya Tirkiyê li dijî gelê Sûriyê di aloziya Sûriyê de eşkere bû. Lê di rastiyê de  binpêkirinên Tirkiyê yên li ser gelê Sûriyê ji beriya aloziya Sûriyê bi demek dirêj in. Qutkirina ava çeman yek ji rêbazên şerê Tirkiyê li dijî gelê Sûriyê ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Şêrawa ya Efrînê gotin, planên Tirkiyê û çeteyên wê yên li ser herêmê dê têk biçin. Şêniyan bang li rejîma Sûriyeyê kirin ku erka xwe pêk bînin û li hemberî van binpêkirinan helwest nîşan bide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Di anketa ku ajansa me li herêma Cizîrê çêkirî de, şêniyan bang li Rêveberiya Xweser kirin ku asta kar û xebatên ku têne pêşkêşkirin bilind bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Nûnerê Partiya Nûjen û Demokratîk di Rêveberiya Xweser de Mehêr El- Temran got: “Em ditirsin ku di prosesa diyarkirina pêşeroja Sûriyê de rol bidin terorîstan.” BI WÊNE Û DÎMEN)

- Berpirsê Komîteya Têkiliyên Doplomasî yê herêma Efrînê Mihemed Hesen diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê dîwaran li Efrînê lêdike da ku tevlî axa Tirkiyê bike. Mihemed Hesen ji rejîma Sûriyê xwest ku helwestê nîşanî binpêkirinên Tirkiyê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Komîteya Aborî ya beşa pêşxistina civaka çandinî ya Reqayê hewl dide 3 depoyên genim ên bajarê Reqayê (El-Refqa, Bedir û El-Sehlebiye) restore bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA


Mijarên Din