ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19.05.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Çalakiya piştevaniya bi hemleya greva birçîbûnê ya li navçeya Ehdasê bi beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê di roja çaremîn de didome. Her wiha çalakiya greva birçîbûnê ya pêkhateyên herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo di roja 3‘yemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Rewşenbîrên Girkê Legê li navenda Arman Tîgran Roja Şehîdan bibîr tînin, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên ku ji ber şer ber bi herêmên Reqa û gundewarê wê ve koçber bûne, ji ber kêmbûna alîkariyan astengiyan dikşînin. Lê di meha Remezanê de azarên wan li gel tunebûna ava sar li ser fitarê û ronahiya ku sufreya sihûrê ronî dike zêde dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedar û hiqûqnasên taxa Şêxmeqsûd a Helebê teqez kirin ku grevên birçîbûnê li dijî dagirkeriya Tirk bêhempa ne. Her wiha destnîşan kirin ku nebicihanîna daxwazên çalakgerên birçîbûnê nîşaneyek xeternak e li ser berdewamkirina binpêkirinên hovane der heqê mafên mirovan de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Di vê hefteyê de topbaran li ser herêmên bêçek zêde bûn, di encamê de zêdetirî nîv milyon kes ji bajarê xwe koçber bûn. Dewletên endamên Yekitiya Ewropayê ferzkirina cezayên li ser Rejîma Sûriyê heya salek din dirêj kirin. Ji aliyekî din ve DYA`yê got ew der barê binpêkirinên cezayên ku li Îranê ferz kirine de cidî ye û eger bê xwestin dê tedbîrên guncew bigire. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Parêzer Ekrem Sadiq got, di encama lihevkirinên siyasî, herêmî û navdewletî de Efrîn ji aliyê Tirkiyê ve hate dagirkirin, ev dagirkirin li dijî qanûnên navdewletî ye.  Sadiq destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser misogeriya çareserkirina aloziya Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sekreterê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê Necemedîn Mele Umer got, Erdogan tevî partiya xwe ji cezayên ku ji ber sûcên li Sûriyê kirine nafilitin. Mele Umer destnîşan kir ku rizgarkirina Efrînê bi hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, yekbûna hêzên leşkerî û sivîl ve pêkan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Konreya Star a kantona Girê Spî ji bo piştevaniya bi çalakgerên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê re daxuyaniyê dide, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gorî serjimariya saziyên jin ên navçeya Girkê Legê deyardeya veqetadina jin û mêr di van salên derbasbûyî de ji salên din pirtir zêde bûne. Berpirsên Mala Jin û Kongreya Star sedemên wê vedigerînin zewca biçûkan, koçberî û dijwarbûna rewşa aborî ya malbatan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Malbatek Efrînî ku ji bajarê xwe koçber bûbû, li Helebê dîsa karê xwe yê çandiniya şitilên zeytûnan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Tevî guhertinên aborî, ewlehî û bilindbûna nirxa kelûpelan û ruxmî topbarana rojane, lê şêniyên bajarê Helebê atmosfera Renezanê diparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Çandiniyê ya herêma Firêtê têkidarî çinînê biryarname derxist. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA


Mijarên Din