ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19.06.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Hêzên Leşkerî di gavekê de ji bo ji nû ve avakirina sazumaniya QSD`ê avakirina Meclisa Leşkerî ya herêma Qamişlo li Goristana Şehîd Delîl Saroxan ya bajarê Qamişlo radighîne, girêdayî heman mijarê tê payîn ku avakirina meclisek leşkerî ji navçeya Til Birakê re were ragihandin.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê sersaxî ji malbatên şehîdên şewatan li Çilaxa re dixwazin saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Aldar Xelîl anî ziman ku Ocalan ji bo pêkanîna şoreşeke civakî û demokratîk ji salan ve tê dikoşe, nirxanên wî ne tenê ji bo pêvajoyekê ne, an jî pêvajoyeke siyasî têkildarî mijarekî ye, lê belê ji bo pêkanîna şoreşeke demokratîk e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nûnerê Partiya Muhafizkarên Demokratîk Ferec El-Hemûd teqez kir ku ramanên Ocalan herêm ji mejiyê cemidî ku rihê ezezitiyê ew kontrol kiribû veguherand mejiyê demokratîk azad. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Şedadê gotin, divê civaka navdewletî û desteya NY’yê biryara guncaw a cihê darizandina dadgeha navdewletî bistînin û wiha dan zanîn: "Me fotoriya şerê têkbirina terorê da û bi hezaran şehîd xwe kirin feda. Lew ra mafê rêveberiya me ye ku dadegehekê ji bo darizandina çeteyan li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Efrînê Mihemed Reşîd got şerên li Idlibê dê ber bi aliyekî nû ve dûrî li hevkirina Soçî û Astanayê ve biçe. Reşîd destnîşan kir ku şerê Idlibê nabe nuqteya bi dawîbûna aloziya Sûriyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên Efrînî gotin, tiştên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya dawî de bi bîr xistiyê ew bi berxwedan û mezinkirina têkoşînê pêk bînin. Jinan anîn ziman ku ew ê li ser fikir û ramanê Ocalan bimeşin ê banga aştiyê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariyên gel ên bajarê Kobanê û gundewarê wê havîna borî li gorî derfetên xwe hejmarek rêyên bajêr û gundewarê zift kirin. Lê piştî çend mehan di gelek cihan de ew zift qelişî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gerînendeya Şûnwaran a bajarê Minbicê û gundewarê wê projeya çandina daran li dora Keleha Necim a ku ji Gulana 2018`an ve pêşkêş kiriye didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA