ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19.07.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Çalakiyên mertalên zindî yên li rojhilatê bajarê Kobanê li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja sêyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekîtiya Werzîşê ya herêma Cizîrê û Meclisa bajarê Qamişlo şahiya salvegera 7‘an a Şoreşa 19‘ê Tîrmehê li stada 12‘ê Adarê li dar dixe. Di çarçoveya şahiyê de dê çalakiya mîhrecana Şehîd Stêrvan a jinên ciwana were lidarxistin, saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Serêkaniyê cenazeyê şehîd Heyder Mihemed Seîd (Dilo) yê li herêma Baxozê şehîd bibû, li goristana şehîdan vedişêrin, saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên herêma Serêkaniyê diyar kirin ku li hemberî gef û êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bibin mertalên zindî û destkeftiyên şehîdan biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Apê Mihemed û zarokên wî bawer kirin ku fedekarî rêya xilasiya ji terorê û planên ku li dijî gelê herêmê ye. Bi vê yekê bûn nimuneya berztirîn wateyên fedekarî û fedayetiyê. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Endamê Partiya Yekîtiya Demokartîk a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) û berpirsê rêxistina partiyê li Serêkaniyê Idrîs Îso bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê kir û got: “Helwesta xwe ya li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê zelal bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê gotin, ew avakirina  herêma “ewle” ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin kontrola Tirkiyê de red dikin û wiha gotin: “Herêma “ewle” projeyeke Osmanî ya qirêj e.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koordînerê giştî yê Şepêla Çepgir a Şoreşgerî ya Sûriyê Dr.Xiyas Neîsa destnîşan kir ku ji ber dijminahiya Erdogan û pergala Tirkiyê ji Kurdên azadîxwaz re, Tiriye  dikeve şeran û nakokiyan xwîndar ên ku dê bibin sedema  hilweşîne wê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê kantona Efrînê got ku kiryarên dewleta Tirkiyê di çend salên aloziya Sûriyê de diyar kir ku ew xêrê ji gelên herêmê re naxwaze û banga seknandina li pêşiya Tirkiyê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Nivîskar û şîrovekarê filistînî Mihemed Ebû Mihadî got: “Tirkiyê ji vekolandina gazê li beravên Qibirsê piştî gefên Ewropayê di ferzkirina cezayan de gav paşde bavêje. Ji ber ku Erdogan dibîne ku ev gav hewldaneke da ku gelê Tirkiyê li dora xwe kom bike, bi taybetî piştî windakirinê li asta hundirîn û tazîbûna gotina `geşpêdan û pêşketin` di serdema Erdogan û partiya wî de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Di şoreşa Rojavaye Kurdistanê de sirra jin, jiyan û azadiyê li gorî heqîqeta ku li derdora jinê hatiye avakirin de jîneolojî eşkere kir. Bi rêyên perwerde û dibistanan re êdî jîneolojî derbasî her qadê dibe. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

-Navenda tenduristiyê ya bajarokê Mergedê ji ber kêmbûna xebatkarên tenduristiyê gazinan dike. Ku di van deman de nexweşiyên cûr be cûr li bajarok û gundewarên wê belav bûne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda tenduristiyê ya bajarokê Mergedê ji ber kêmbûna xebatkarên tenduristiyê gazinan dike. Ku di van deman de nexweşiyên cûr be cûr li bajarok û gundewarên wê belav bûne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA