ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19.08.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Mertalên zindî yên li Serêkaniyê, Girê Spî û Kobanê li dijî gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Daîreya Têkiliyên Derve bi kongreyeke çapemeniyê li deriyê sînor ê Sêmalkayê zarokên sêwî yên Alam radestî nûnertiya derve ya Alman dike . (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Dêrikê gotin: “Hindek kesayet an jî partî yên ku beşdarî lidarketina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê nabin tu mafên wan tune ye ku bi navê gelê Kurd biaxivin. Kolana Kurd û dîrok dê her kesê yan jî aliyê ku beşdarî lidarketina kongreyê nebe lanet bike, wek xayînê gel û doza xwe bihesibîne.” . (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Desteya Aborî û Çandiniyê diyar kir ku karê komîteyên têkildarî komkirina alîkariyên madî ji bo dabînkirina kesên ku zirar ji ber şewatan dîtine dê di dawiya Tebaxê de bi dawî bikin.  Her wiha destnîşan kir ku ji bo vê mijarê bi hindek aliyan re ji derveyî herêmên Rêveberiya Xweser re têghiştine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Endamên Hêzên Parastina Civakî ya Jin ji bo şermezarkirina gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên meşekê li dar dixin, meş ji çerxerêya 4‘ê Nîsanê ya taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo dest pê dike, saet 16:00. Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî endamên Hêzên Parastina Civakî jî bi heman armancê meşekê li dar dixin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- HPC-Jin derdora 18 hezar û 692 jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê fêrî bikaranîna çekan û rêbazên xweparastinê kirin. Her wiha dersên bîrozî dan zêdetirî  hezar û 219 jinan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Buroya Fenî ya Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan a kantona Hesekê 12 ebar û 4 pir li herêmên cuda yên navçeyên kantonê ji nûve restore kirin. Ev cih ji ber lehiyên ku li herêmê piştî barana ku bi giranî di demsalên zivistan û biharê de bariye, çêbûne . (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA