ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19.09.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne, diyar kirin ku ew alîkariyên hêzên rûsî red dikin û bang kirin ku şûna alîkariyan ji wan re pêşkêş bikin bila dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji Efrînê derxînin û şênî vegerin warên xwe.

POLÎTÎKA

- Nivîskar Malvan Resûl diyar kir ku desthilatdariya Tirkiyê tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan girantir dike ji ber ku hikumeta AKP`ê di nav kirîzan de ye û got: "Erdogan ji ber siyasetên xwe yên şaş ber bi dawiyê ve diçe."

ÇAND Û HUNER

-Tevgera Kevana Zêrîn ya kantona Efrînê pêşengehekê di çarçoveya hemleya Kongreya Star de li hola Kampê Serdemê li kantona Şehabayê organize dike saet 12:00`an.

CIVAK Û JIYAN

-Endama rêveber a Kampa Holê Hemrîn Hesen got rewşa tenduristî ya kampê baş e û çêbûna haletên wefatê vegerand nebaşiye xwarinê yan jî qezeyên bi şaştî.

-Bajarokê Til Şayir dûrî navçeya Deşîşa bi nêzî 4 km. Rêveberiya Xweser ya kantona Hesekê li  Til Şayir navendeke Tendirustiyê û li rexê gelek saziyên xizmetguzariyê di 5’ê Îlonê de, vekirin. Di navendê de gelek alavên tendirustî û bijîşkî yên nûjen hene. Navend xizmetên bijîşkî pêşkêşî nêzî 30 hezar şênî dike.

-Şêniyê bi navê Abdullah Hemze (60) li nava sûkên bajarê Qamişlo digere û ji dikanekê diçe dikanekê, da ku firotinên mîna sebze û pêdiviyên malê kêm bibîne û wiha got: " Biha li sûkên bajêr ne wek hev in û bihayeke diyarkirî tune ye. Biha em westandin. Boxa bexdenûsê bi 100 lîreya Sûriyê ye."

-Şaredariya Gel a navçeya Girkê Legê xebatên xwe di projeya bajarê pîşeyî ya nû didomîne. berpirs diyar dikin ku ji ber ku dereng erda ku ji projeyê re guncew e bi dest xistine, proje dereng maye.

ANHA