ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-05-2020

-Geşdanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Tevgera Civaka Demokratîk a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, saziyên ku bi awayekî çalakî dixebitin ji bo ku Koronavîrusê li herêmê derneve, xelat dikin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêwirmendê qanûnî yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Enwer Muşrif got: “Avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê, pêwîstiyeke girîng e. Dê ev dadgeh serkeftineke siyasî li serkeftina  leşkerî ku QSD`ê li dijî DAIŞ`ê pêk aniye, zêde bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pisporê aboriyê Mistefa Xelîl got: “Rêveberiya Xweser dikare rolekê di sivikkirina aloziya aborî de, bi rêya piştevaniya proje û dayîna şansekê ji fînansan re di avakirina projeyên endustirî û bingehîn de, bilîze. Da ku derfetên xebat ên mezin biafirîne. Hilweşîna aboriya Sûriyê ji ber encamên siyasetên çewt ên hikumeta Sûriyê ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku tecrîda li ser Rêber Ocalan rakin û rewşa tenduristiya wî eşkere bikin. Şêniyan da zanîn ku felsefeya Ocalan kilîta çareseriya aloziya Rojhilata Navîn e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şervanê Tirkmen Akif Reqa ku şervanê QSD’ê ye got: “Em di têkoşîna li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê, bi israr in. Ez bi tevlibûna xwe ya di nava têkoşîna li dijî artêşa Tirk a dagirker serbilind im. Ji bo ku axa xwe ji şovînîstan rizgar bikim, tevlî QSD’ê bûme." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hin bijîşkên bajarê Kobanê gotin: “Pêwîstiya Kurdan bi yekîtiyê heye. Divê ev derfeta dîrokî neyê windakirin. Divê aliyên Kurd nekevin nava nakokiyên partiyekî yên teng. Ew nakokî nakevin xizmeta berjewendiyên gelê Kurd. Hêza Kurdan bal kişand ser pêwîstiya yekitiya Kurd, newindakirina şansa dîrokî ya bidestketî û neketina nava nakokiyên partîtî yên teng ku nakevin xizmeta berjewendiya gelê Kurd, her wiha piştrast kir ku hêza Kurdan di yekîtiyê de ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li ser gorên şehîdan şermezar dikin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Bajarê Deraayê careke din derdikeve pêşiya dîmenê bûyerên li Sûriyê. Ji aliyekî ve di nava xwepêşandanên gelêrî û neîstiqrara ewlehiyê, aliyek din ve hêzên Rûsiya û Îran sewqiyatên leşkerî pêk tînin. Çav  li ser başûrê Sûriyê ne. Gelo çi li wê derê diqewime? (BI WÊNE).

- Di vê dema dawî de, gotina însiyatîfa navneteweyî ya yekitiya Kurdan bi serkêşiya DYA û Fransayê derket, lê belê yên ku dîroka her du dewletan şopandibin, dê bi guman nêzî vê yekê bibin. Gelo li ser yekitiya Kurdan Fransa û Amerîka çi dixwazin? (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên gundên bakur û rojavayê navçeya Til Temirê yên li xeta temas a bi herêmên dagirkerî re diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker bi zanebûn zeviyên çandiniyê dişewitînin û rê nade tîmên agirkujiyê ku şewatê vemirînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hilberîna herêmî ya sebzeyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rolek balkêş di kêmkirina bihayên sebzeyan de lîst. Pirspor dibînin ku piştgiriya projeyên aborî dê rolek di geşkirina aboriya herêmê de bilîze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker careke din çeka "Avê  û agir" li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA