ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20. 10. 2019

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarên Reqa, Tebqa û Dêrazorê bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û  ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê meşekê li dar dixin, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Parêzerên Herêma Cizîrê têkildarî geşedanên dawî civîneke çapemeniyê li Parka Xwendinê ya bajêr Qamişlo li dar dixe, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku dewleta Tirk armanc dike malbatên DAIŞ û El-Nusra li herêmên wan bi cih bike. Her wiha destnîşan kirin ku ew ê axa xwe biparêzin û dev jê bernadin. Şêniyan gotin, ew bi biryarên fermendariya leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mary Francis Rosen ku bi xwe hemşeriyeke dilsoz e, daxuya kirin ku pêwîste bi lez birîndarên li bajarê Serêkaniyê asê mane werin derxistin û tedawîkirin. Mary Rosen hişyarî da ku mayîna birîndaran bê dermankirin jiyana wan dixe xeteriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Heyva Sor a Kurd Cemîle Hemê îşaret bi vê yekê kir ku bi dehan birîndar û şehîdên sivîl di nexweşxaneya Serêkaniyê û malan de asê mane. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Meclisa Ciwanên Minbicê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşekê li dar dixe û daxuyaniyê dide, saet 17:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Rojnameyên erebî yên hefteya derbasbûyî bal kişandin ser sûcên Tirkiyê û çeteyên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jê qetilkirina siyasetmedar Hevrîn Xelef bû, ku wekî sûcekî şer li pey Erdogan ketiye bi nav kirin. Di rojanameyan de hate destnîşankirin ku Erdogan ji ber gefên Amerîkayê neçar ma ku agirbestê ragihîne.

ANHA