ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20- 10-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Ciwanên Reqayê li dijî sûcên dewleta Tirk meşekê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Sivîl a Reqayê û Meclisa Leşkerî ya Reqayê bi boneya salvegera sêyemîn a rizgarkirina Reqayê şahiyekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hêzên Parastina Civakê ya Qamişloyê meşekê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Dêrikê şehîd Raman Mazûl li goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir dikin, saet 15:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Xeyas Neîse destnîşan kir ku rola dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê bi hemû pîvanan neyînî ye û ya herî xeter e. Ji ber ku rola wê dagirkerî û mêtîngerî ye. Neîse got: "Sûriye û hemû dewletên ku ji ber destwerdana dewleta Tirk azaran dikişînin dê ji bo berjewendiyên împeratoriya Osmanî û rejîma Erdogan bibin Vietnama rastîn." (BI WÊNE).

JIN

- Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi diruşmeya "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dagirkeriyê têk bikin û şoreşa jinê misoger bikin" kongreya xwe ya 8’an li bajarokê Rimêlan li dar dixe, saet 08:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji dema ku bajarê wan ji DAIŞ`ê rizgar bûye ve, xebatên mezin meşandin, astengî û tevahiya cureyên tundiyê yên ku li dijî wan pêk dihatin, derbas kirin. Li ser tevahiya asta destkeftiyên girîng bi dest xistin, ev jinên Reqayê ne. Sê sal li ser şoreşa avakirin û guhertinê derbas bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Navenda Çand û Hunerê ya Til Hemîsê belgefîmê bi navê "Êrişên li ser Rojava" nîşan dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Rojnamevan Necmettîn Salaz diyar kir ku peymana têkildarî Şengalê bi tenê di navbera Bexda û Şengalê de nîn e û got: “DYA diyar dike ku bi dewleta Tirk re jî hevdîtin kiriye û ew jî di nav de heye û jê re dixwaze bibêje ‘tu dev ji Deryaya Spî filan berde, were li vir ji te re rêyekê vekim, bela xwe di Kurdan bide’.” (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Mêvanxaneyên li gundan roleke girîng di çanda civakî ya Kurdan de dilîst. Cihê kombûnê û sepandina têkiliyên hezkirinê di navbera şêniyan de û parvekirina tecrubeyên jiyanî bûn. Şêniyên gundê Mistefawiyê yê navçeya Girkê Legê hîna mêvanxaneya gundê ya ku vedigere 150 sal berê, diparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA