ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20- 11-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Hejmareke welatiyên ku penaber bûne,  di bin navê koma "Biratî" de li xwe bi rêxistin kirine, ev kom veguherî komeleyê ku alîkariyê ji şêniyên li welat re dişînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevseroka  Yekitiya Mamosteyan a Navçeya Dirbêsiyê got ku daxwaza ENKS'ê ya rakirina meteryalên Rêveberiya Xweser redkirî ye û xizmeta dijminê gelê Kurd dike. Her wiha destnîşan kir ku ew ê li hemberî kesên hewl didin zimanê kurdî li herêmên Rêveberiya Xweser rakin şer bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gundewarên Minbicê yên li nêzî herêmên dewleta Tirk a dagirker ji bakurê Sûriyê dagir kirine her tim ji aliyê komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker tên topbarankirin. Bi piranî jî sivîlên wan herêman dibin qurbanê wan topbaranan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk şahiya  belavkirina bawernameyên astên zimanê kurdî li hola Efrîn a bajarê Helebê li dar dixe, saet 14:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Nîlufer Koç da zanîn ku ruxmî dewleta Tirk di aloziyekê de ye û hemû dewlet jî vê yekê dibînin, çima PDK nabîne û dijminê xwe xurt dike? Nîlufer got divê were zanîn ku ev qonaxa dawîn a dewleta Tirk a faşîst e, ji ber vê jî divê kes nebe sedema dirêjkirina temenê dewleta Tirk. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa Rêveber ê Mala Êzidiyan diyar kir ku itîrafkirina bi rêveberiya Şengalê mafekî destûrî ye û divê hikumeta Iraq û dewletên mezin itîrafê pê bike, her wiha piştrast kir ku komploya li dijî êzidiyan li dijî kurdan bi tevahî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Gêlo Îsa serdana ENKS’ê ji dewleta Tirk re rexne kir û da zanîn ku dewleta Tirk ENKS’ê ji bo rewakirina dagirkeriya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Heverokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif got, li dijî Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê êrişên plankirî têne kirin û destnîşan kir ku ev êriş piştî ku rêveberiyê di gelek astan de serkeftin bi dest xistiye pêk tê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star a Helebê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê çalakiyekê ji zarokên Mala Sêwiyan û zarokên şehîdan re li Qada Cîbayat a beşê rojhilatê taxa Şêxmeqsûd li dar dixe, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Rêveberiya Giştî ya Jînegehê ya herêma Firatê îsal amadekariya çandina nîv milyon dar li herêmê, bi rêya gelek hemleyên çandina daran, dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di bîwarê tenduristî de însiyatîfeke mirovî û civakî dest pê kir da ku alîkariya xizanan li dijî dijwariya jiyanê û rewşên şer, bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA