ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20 - 12-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê ji bo şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsayê daxuyaniyê dide, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Çandê ya navçeya Til Hemîsê bi şahiyekê, endamên Koma Govendê yên ku derçûn, xelat dike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Til Koçer cenazeyê şehîdê QSD'ê Demhat Til Koçer li goristana Şehîdan a navçeyê oxir dikin, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê civîna xwe ya salane li hola civînan li dar dixe, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên du şandeyên ewropî piştrast kir ku wan bi armanca pêkanîna danûstandinan bi Rêveberiya Xweser re li ser rewşa mirovî, serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye. Her wiha berpirsê Finland da zanîn gelê herêmê tevî astengiya parastina rêveberiya xwe kiriye, lê belê îşaret bi astengiyên li hember şêniyên di kampan de kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dozgerên li kantona Hesekê diyar kir ku desthilata Tirk bi girankirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan pîvanên navneteweyî û peymana Cinêvê bin pê dikin û gotin, armanca desthilatê ji vê tecrîdê  ew e ku rêbertî dûrî rola erênî ya çareserkirina aloziya Rojhila Navîn bixîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Birayê girtiyê siyasî  Abdulezîz Mistefa yê di girtîgehên faşîzma Tirkiyê de Cemal Mistefa, bang li gelê Kurdistanê kir ku dakevin qadan û piştgiriya girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Eyn Îsayê berxwedana xwe ya li dijî êrişên artêşa Tirk piştrast kir û baweriya xwe bi hêzên QSD`ê yên ku parastina xaka wan dike, anîn ziman. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Ji sala 2015'an ve cara yekemîn e ku hêzên Rûsya di çarçoveya hewldanên kontrokirina tevgerên Îranê de dighêjin sînorê Sûriyê-Iraqê, Serokkomarê Tirkiyê ji ber cezayên Amerîka û gefên Ewropayê derbeyeke nû xwar. Li aliyekî din Tirkiyê bi hiştina hêzên xwe heya 18 mehên din li Lîbyayê cîhanê şantaj dike.

POLÎTÎKA

- Koordînatorê Komeleya Sûriyên Ilmanî yên Demokrat li Siwêda Semîr Ezam destnîşan kir ku bingehên "şer û terorê" ya bi nûnertiya sêaliyê Astanayê bazariyên xwe li ser hesabê sûriyên bi hemû pêkhateyên wê didomînin û got ku armanca wan derbekirina tevgera Sûriyê ya rizgarî ya bi nûnertiya QSD’ê û MSD’ê ye. (BI WÊNE).

- Rojnamevanên çalak ên li herêmên Bakur û Rojhilê Sûriyê diyar kir ku Rûsya ya garantor li şûna ku ji agirbestê re bibe bersiv, wekî cemawerekî li êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmê temaşe dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Cemal Şêx Baqî da zanîn ku planeke mezin li dijî destkeftiyan kurdan hene, bi taybet jî li dijî Rojavayê Kurdistanê û her wiha sekna PDK’ê li gel komplogeran çewtiyeke dîrokî ye û wiha got: "Hin kes hewl didin bazariyê bi destkeftiyên Kurd bikin, mîna ku ev destkeftî milkên wan ên takakesî ne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Endama rêveber a Desteya Rêveber a KNK-Rojava Ebîr Hesaf bang li PDK’ê kir ku li ser maseya diyalogê rûne û berjewendiya kurdayetiyê di ser berjewendiyên partîzaniyê re bigire. Ebîr Hesaf piştrast kir ku çi şerekî birakujî çêbibe, dê rê li pêş dijminên doza Kurd veke da ku qirkirinan pêk bîne û ev jî dê li pêş yekitiya Kurd asteng û kelem be. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA