​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-2-2020`AN

-Şopandina bûyerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên.

-Buroya Desteya Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê bi hevkariya Akademiyên Civaka Demokratîk semînerek girêdayî komploya navneteweyî li dijî Rêber Abdullah Ocalan li navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya taxa Miftî orgenîze dike saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê komxebatek civakî bi dirûşmeya Sûriye yek û demokratîk e û bi dengekî dagirkeriya Tirk û mudexeleya biyanî red bikin li hola Tayfûr a li bajarê Hesekê lidar dixe saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Yekîtiya Êzidiyan a herêma Efrînê ayînê Cejna Bêxwîn li kantona Şehbayê li Kampa Serdemê lidar dixe saet 13:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Girkê Legê sersaxî ji malbatên 7 şehîdan li bajarokê Mistafewiyê yê girêdayî navçea El-Saa dixwazin saet 10:00. Her wiha şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Salih Qewas re (Dilşêr) dixwazin saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Koçberên Efrînê û şêniyên navçeya Şêrewayê, binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî gundên navçeya Şêrewayê şermezar kirin û bang li rêxistinên navdewletî kirin ku yekser destwerdana binpêkirinên dewleta Tirk bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

- Aldar Xelîl got: “Dema Erdogan hêzên xwe anî herêmê, ne ji bo parastina çeteyan bû. Armanca sereke dagirkirina Sûriyê ye.  Dixwaze herêmê ta Kerkuk û Mûsilê beriya 2023’an dagir bike. Erdogan opozîsyona Sûriyê li Idlibê firot.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Taxa Şêxmeqsûd a Helebê nimûneya berxwedana gel e. Şêniyên taxê li hemberî êrişên herî hov ên çeteyên girêdayî Tirkiyê û rejîma Sûriyê berxwedanek mezin dan meşandin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Rojane herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçberên ji herêma Idlibê pêşwazî dike, malbata Emîna Ebres îşaret bi koçberiya xwe kir û gotin: “Li Sûriyê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên herî ewle ne.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Komîna Fîlm a Rojava li bajarê Kobanê fîlma bi navê “Ji bo azadiyê” li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê pêşkêş dike saet 12:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-HPC anku Hêza Parastina Civakî nobedarên parastina bajarên xwe ne û li dijî êrişên ewlehiya herêmê dikine armanc, disekinin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Êzidiyên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê koçberî Helebê bûne, cejna Xidir Ilyas li tevahiya êzidiyên li cîhanê pîroz kirin û gotin: “Cejna Xidir Ilyas cejna hêviyên ciwanan e. Hêviya ciwanên Êzidî jî  rizgarbûna Efrînê ye.”(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Nexweşiya keça wê azara malbatê zêde kir. Ji ber şertên madî yên dijwar nikare niştergeriyek pêwîst ji keça xwe çêbike. Dayîk dibêje: Keça min bi hewcedariya niştergeriya dil û vekirina damaran e. Her wiha pêwîstiya wê bi niştergeriyek din heye, lê şertên min yên madî nahlên em niştergeriyan jê çêkin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Kampa Erîşa ku dikeve başûrê Hesekê pêşwaziya zêdetirî 7 hezar koçberên ji kampên Mebrûka û Eyn Îsayê kirin û koçberan îşaret bi piştgiriya Rêveberiya Xweser kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Îsal li navçeya Tirbespiyê çandina beqliyatan kêm bûye. Ew jî ji ber lêçûna wan zêde ye û bazarek taybet bi firotina beqliyatan tune ye. Li milekî din jî kurmê zerosê li erdan derketiye û bandorê li hilberînan dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA