​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-3-2020`AN

-Şopandina bûyerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kongreyek çapemeniyê li hola kongreyan li daîreya têkiliyên derve ya Qamişlo lidar dixe. Ji bo ku makenîzmeya Rêveberiya Xweser a li dijî  vîrûsa Korona û tedbîrên ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna wê girtine şîrove bike saet 12:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

17 sal e gelê Iraqê hîn jî li welatê xwe li demokrasiyê digere. DYA bi soza demokrasiyê û Iraqa nû derbasî Iraqê bû. Lê îro qala derketinê dike û li pey xwe welatek ku di nava nakokiyên neteweyî û mezhebî de fetisiye, dihêle. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqez dikin ku projeya demokratîk a ku li herêmê hatiye bicihkirin, projeyek tekane ye. Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê çareseriya herî guncew e. Divê gelê Sûriyê vê nimuneyê bîne cih. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Pincar giyayek pir li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav dibe. Bi taybet Efrîn pê navdar e. Jin di meha Adarê de lihev kom dibin û berhev dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNERÊ

Komîna Fîlm rêwîtiya hezar mîlan di sînameyê de bi gavên xurt destpê kir. ji bo ku tovika yekemîn  a sînameya Kurd li Rojava dîne û dengê gelên herêmê bi rêya sînameyê bigihîne cîhanê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Doktor Ebdulxenî Silêman diyar kir ku tedbîrên hişyariyê yên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Srûiyê li djî belavbûna vîrûsa Korona digirin, tedbîrên giştî ne. Divê werin bicihkirin. Silêman teqez kir ku parastina paqijiya kesayetî ji girîngtirîn tedbîrên parastinê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Koçberên Efînê di nav Kampên Berxwedan û Serdemê de yên kantona Şehba pesna tedbîrên parastinê yên ku Komîteya Tendursitiyê dan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA