ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20.04.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Hesekê 3 şehîdan li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ya bajarê Hesekê oxir dikin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Bijîşkên ku rewşa çalakgerên çalakiyên gereva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger dişopînin, destnîşan kirin ku rewşa çalakgeran bi rîskên mezin re rû bi rû ye. Her wiha hate diyarkirin ku heke bergiriyên pêwîst neyên girtin, dê pirsgirêkên giran ên tenduristiyê derkevin holê. (BI WÊNE)

ANALÎZ

- Armanca herêma “ewle” dagirkirin e . (BI WÊNE)

POLÎTÎKA

- Îbrahîm El-Qeftan diyar kir ku AKP‘ê dixwaze herêmên ku dagir kirine berfireh bike û aloziyê jî nû ve derxîne. El-Qeftan bang li hêzên cîhanî yên ku li dijî terorê şer dikin  kir ku destekê bidin ewlehiya herêmê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevaniya çalakgerên grevên birçîbûnê meşekê li dar dixe, saet 10:00. Bi heman armancê meşek li navçeya Til Temir tê lidarxistin, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê li dijî binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê daxuyaniyekê li kampa Vegerê dide, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Lihevanînê ya kantona Efrînê di nava salekê de ji hezar û 47 pirsgirêkan, hezar çareser kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Çotkarên bajarê Minbicê dest bi berhevkirina kulindan kirin û daxistin bazaran. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şaredariya Gel a bajaroka Kuberê deverên giştî û binsaziya bajarok sererast dike û amadekariyên vekirina parkekê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA