ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A  20.05.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê bi merasîmekê li navenda meclisa kantonê du malbatan lihev tîne, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya xwedîderketina li hemleyên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya li navçeya Ehdasê ya Şehbayê di roja xwe ya 5‘an de didome. Her wiha çalakiya bi heman mebestê ya pêkhateyên herêma Cizîrê di roja xwe ya 4‘an didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Jinên herêma Tebqayê li dijî binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê û lêkirina dîwarê parçkirinê meşekê lidar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Ciwanên Mala Êzidiyan a taxa Şêxmeqsûd têkildarî lêkirina dîwarê parçekirinê li derdora Efrînê daxuyanî dide, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Komeleya Çanda Suryan a Hesekê navenda Çand û Hunerê ya Ebdulmesîh Qurbaş li kolana Bexda vedike, saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo wergirtina hilberînên genim û ceh 15 navend  amade kirine. Her wiha şertên wergirtina hilberînê ji cotkaran re diyar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şirketa pêşxistina civata çandinî ya Reqayê amadekariyên pêwîst ji bo pêşwazîkirina mewsima îsal temam dike. Şirketê navend ji bo depokirina hilberînê amade kirin. Tê payîn ku şirketê derdora 100 hezar ton pêşwazî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di havînê de li gorî endamên Tîma Agirvemirandinê nave "Mewsima şewatê" lê dikin, destpê dike. Li ser wê tîmên agirvemirandinê yên herêma Tebqayê bi destpêkirina mewsima çinînê re amadekariyên xwe dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li kantona Şehbayê berhevkirina hilbirînên mewsimê havînê destpê kir. Mewsimê îsal ji ber barana baş û destkdayîna aliyên têkildar bi cotkaran re bi xêr û bêre. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî ku şitilên di malên plastîkî de mezin bûn, şêniyên gundên Kobanê dest bi çandiniya baxçeyên sebzeyan kir. Piştî mehekê dê berhem bigihîjin û tê payîn ku buhayên sebzeyan erzantir bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA