ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20.06.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên Efrîn û Şehbayê cenazeyê şervanekî di pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê de şehîd bûye, li Goristana Şehîdan a navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê oxir dikin, saet 16:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meclisa Leşkerî ya Holê ya duh hat avakirin, bi merasîmekê dewreyeke perwerdeyê li Akademiya Şehîd Şiyar  Leşkerî ya Til Birakê dest bi dike, saet 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên Girkê Legê Çilaxa û Til Koçerê li deriyê Sêmalka kom dibin û êrîşên dagirkeriya Tirk li ser çiyayên Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê û bêdengiya herêmê ji topbarana Tirkiyê  şermezar dikin, saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamê Komîteya navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Gêlo Îsa got: "Birêz Abdullah Ocalan ji Îmraliyê di nameya xwe ya dawîn de destê xwe ji aştiyê re dirêj kir." .(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê diyar kirin ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek zulm û komkujî ji çeteyan dîtin û bi hezaran şehîd di oxira tinekirina çeteyan de dan. Şêniyan gotin: "Mafê me ye em çeteyên DAIŞ`ê darzînin." .(BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Cîgirê Fermandariya Giştî ya hêzên Artêşa Şoreşgeran Ehmed Sûltan "Ebû Erac girêdayî nakokiyên dewletan li ser parêzgeha Idlibê diyar kir ku rejîma Sûriyê bi armanca ku vekişandina nuqteyên Tirkiyê rewa bibe nuqteyên leşkerîyên Tirkiyê kirin hedef. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Desteya Niştîmanî ya Ereb diyar kir ku Tirkiyê hewl dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi stratejiyek nû dagir bike yanî herêma ewle.(BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên Efrînê ku di Kampa Vegerê de bi cih bûne xwe di nav meclis û komînan de bi rêxistin dikin û Rêveberiya Xweser ya herêma Efrînê alîkariyan ji wan re pêşkêş dikin. Şênî tekez dikin ew ê bi têkoşîna xwe Efrînê rizgar bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çandiniya pembo li navçeya Til Hemîs ji ber nexweşiya kurmika bi stirî ya sala borî gihaştibû  pembo û kêmbûna buhayê pembo li gorî lêçûna berhem ji sedî 90 daket.(BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA