NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Minbicê teqînek pêk hat

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20.07.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeya Til Hemîsê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Semîr Ayid El-Leylî yê dema li ser karê xwe li Dêrikê şehîd bibû, li goristana şehîdan a navçeyê oxir dikin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi dirûşmeya "Bi fikir û felsefeya Rêbertiyê em ê mirovahiyê ji desthildariyê rizgar bikin" Partiya Yekitiya Demokratîk pêşengeheke pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li taxa Şêxmeqûsdê vedike, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên Ermen ên bajarê Girê Spî gotin: “Em wek Ermenên li Girê Spî mesajekî ji Erdogan re dişînin û dibêjin ku em komkujiyên ku Împaratoriya Osmaniyan li ser gelê me pêk anî ji bîr nakin. Niha jî Tirkiye ya neviyê Osmaniyan dixwaze heman sînaryoyê li ser gelên herêmê pêk bîne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hêzên Paratina Civakî (HPC) li kêleka aliyên ewlehî û leşkerî di pêkanîna erka parastina ewlehî û istiqrara herêmê xebatên xwe didomîne. Endamekî HPC`ê wiha got: "Tirkiyê bi rêya gefxwarinên xwe armanc dike ku derbeyê li ewlehiya herêmê bixe. Em ê jî heta dawiyê parastina ewlehiya herêmê bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Girê Spî gotin: “Dewleta Tirk a faşîst îdea dike ku ew dixwaze ewlehiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne. Em jî dibêjin ku herêmên me ewle ne. Gelê Tirkiyê ne di ewlehiyê de ye. Bi hezaran ji gelê Tirkiyê di zindanan de ne. Bila  Tirkiyê pirsgirêkên xwe çareser bike, gelê Sûriyê dê çarenûsa xwe diyar bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Gelê Kobanê, piştî xwepêşandanên mezin li dijî rejîma Sûriyê ku bi hefteyan dewam kir pêk anî, di 19‘ê Tîrmeha 2012‘an de rejîm ji herêmê derxist û alên wê yên li ser avahiyên saziyan, rakirin. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît got: “Girtina S-400’an, li Deriyaya Spi xebatên sontajê û gefên wî yên li hemberî Bakur û Roavayê Suriyê ,Tirkiye tengav kiriye. Tirkiye nikare ji vê tengaviyê derkeve. Di destê Tirkiyê de topa agir heye. Dê Tirkiye di demekî kin de bikeve nava krîzek kur.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Rêveberiya Xweser Ferîd Etî got: “Gefxwarinên serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan ji tirsa wî ya ji pîvanên demokratîk ên li  herêmên Rêveberiya Xweser tê. Erdogan ditirse ku ev pîvanên demokratîk derbasî hundirê Tirkiyê bibin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê pêşengeha Pirtûkan a Sêyemîn a Herekol li Hola Zana ya bajarê Qamişlo dest pê dike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Tekwando yek ji werzîşên ku di demên dawî de bi taybet di destpêka havînê û girtina dibistanan, li bajarê Minbicê pêşketine ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Rejîma Sûriyê bi milyonan lîreyên Sûriyê baceyan ji alîkariyên ku diçin kantona Şehbayê fer dike. Li aliyekî din jî nahêle nexweş ji bo tedawiyê biçin Helebê. Nahêle sotemenî û derman derbasî kantonê bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA