ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20.08.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dijî girtinên hovane yên desthilatdariya Tirk li bakurê Kurdistanê dimeşin. Meş ji ber hola civînan a taxa Şêxmeqsûd destpê dike saet 18:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiya mertalên zindî li ser sînorên her du bajaran Serêkaniyê û Girê Spî berdewam dikin.

-Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê Misbah El-Xelef li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin saet 18:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyê ji bajarokê Qibêsîn ê ku Tirkiyê dagir kiriye got Tirkiyê siyaseta demografiya herêmê ne tenê li Efrînê lê belê li Şehbayê jî dimeşîne. Her wiha tevliheviya ewlehiyê, serçeteyên DAIŞ`ê yên ku cilên xwe guhertine û êdî di komên çeteyan de yên girêdayî Tirkiyê bûne berpirs destnîşan kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kolana Kurdî hêviyên xwe bi Konferansa Kurdî-Kurdî ve ya ku tê payîn di vê mehê de li dar keve girê didin. Her wiha kesên ku tev li konferansê nabe bi xayînên doza Kurd wesifandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ruxmî derbasbûna 3 salan li ser rizgarkirina wê, lê hîna binpêkirinên çeteyan di bîrên şêniyên taxa Eşrefiye ya bajarê Helebê de zindî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Nûcîn Yûsif destnîşan kir ku wan tu vexwendnameyek fermî ji bo tevlibûna komîteya destûrê negirtine. Her wiha tekez kir ku eger nûnerên tevahiya gelê Sûriyê tev li komîteyê nebûn, ew bi destûrê ne multezim in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Nesir El-Dîn Ibarhîm êrîşên dewleta Tirk li ser şaredariyên Partiya Gelan a Demokratîk li bakurê Kurdistanê şermezar kirin. Ibrahîm got desthilatdariya dîktetor û zordest a Tirkiyê ji bo têkbirina destkeftiyên Partiya Gelan a Demokratîk li Tirkiyê pirsgirêkan derdixîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Di çarçoveya hemleya Kongreya Star a Efrînê de bi dirûşmeya Ax û rûmeta xwe biparêzin, dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ`ê tune bikin mamosteya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ya herêma Efrînî meşek girseyî li kantona Şehbayê li dar dixin saet 19:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)CIVAK Û JIYAN

Piştî derbasbûna salan li ser azarên şêniyên taxa El-Hizwane ji ber rêyan, veguhestin û tevgera taxê ya kêm, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a bajarê Serêkaniyê û gundewarê wê hewl dide rewşa taxê pêş bixe û xebatên xedemî ji şêniyan re peyda bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Komîteya Kehrebeyê ya navçeya Eyn Îsa kehrebe di dirêjahiya 24 saetan de ji tevahiya malên şêniyên taxê û gundewar tevî derfetên xwe yêm kêm peyda kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA