ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2.06.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeyên Tirbespiyê, Dirbêsiyê, Amûde û herêma Serêkaniyê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên dawîn li dijî başûrê Kurdistanê, kuştina sivîlan, lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê û binpêkirinên wê yên domdar dimeşin. Her wiha Meclisa Kantona Qamişlo girêdayî binpêkirinên dagirkeriya Tirk li Efrînê li ber çarxeriya Şehîdên Entersyonalîst li bajarê Qamişlo daxuyanî dide raya giştî saet 9:30.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê şehîd Emîr El-Xalid li Goristana Şehîd Dijwar oxir dike saet 10:00`an. Ji aliyekî din ve şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Nûr Xidir li bin konê sersaxiyê li taxa Stasyonê dixwazin saet 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi mijara vegera koçberên li kampa Holê, bi rûspiyên ereb re dicive. saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Erka Xweparastinê ya Reqayê dewreya xwe ya leşkerî ya duyem bi navê Şehîd Kawa Hesen bi merasîmekê vedike.(BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Tirkiyê bi derengxistina çareserkirina aloziya Idlibê bi rêya çeteyên Tehrîr El-Şam hewl dide hegemoniya El-Qîde û DAIŞ`ê vejîn bike. Ji aliyekî din ve nakokiya di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de dihêle dosyaya Idlibê germ û ne zelal be. Her wiha Îslamiyên ku bi serokê têkçûyî Umer Hesen El-Beşîr re kar dikirin hewl didin ji nakokiyên di navbera Meclisa Leşkerî û opozîsyona Sûdanê de sûdê wergirin. Washingtonê jî amadekariya peymana serdemê bi rêya gera şandeyên xwe li Rojhilata Navîn dike.(BI WÊNE).

JIN

-Meclisa Jin a taxa Rimêla di demeke kurt de bû lêvegera hemû jinên taxê. Meclisê di nava sal û nîvekê de bi sedan pirsgirêk çareser kirin, jin perwerde kirin û aboriya jinan jî pêş xist. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Desteya Çand û Hunerê a herêma Firatê merasîma bîranîan hunermend Ehmed Arif li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê li dar dixe saet 12:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên Serêkaniyê bang li Beşa Zemhêrê ya Şaredariya Gel a bajarê Serêkaniyê kirin ku nirxa kelûpelan di nav sûkan de kontrol bike.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê piştî bidawîbûna sala perwerdeyê dest bi amadekariyên sala nû ji tevahiya aliyan ve dike.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li ser bangewaziyên şêniyan Komîteya Pîşeyî ya navçeya Dirbêsiyê hewl dide di demek nêzîk de cihekî taybet ji bo dikanên pîşeyî li derveyî bajêr veqetîne.(BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA