ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-01-2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê, ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên kantona Efrînê cenazeyê şehîd Iwêş Şebhan ê di encama nexweşiyê de li Helebê şehîd bibû li goristana navçeya Ehersê ya kantona Şehbayê oxir dikin, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li navçeya Til Hemîsê ji bo şehîdên QSD‘ê Hesen Sifûk û Mahir Selûm sersaxî tê xwestin. Konên sersaxiyê li gundên Selmasa û Sifûkê tê vedan, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Parastinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê dewreya perwerdeyê ya yekemîn bi merasîmekê bi dawî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Endamên Komîteya Perwerdeya çalakiya konvedanê ya li bajarê Girê Spî bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewr digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Kantona Hesekê navenda xwe ya nû li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê vedike, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a taxa Şêxmeqsûd a Helebê karnameyên werza yekemîn li xwendekaran belav dike, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xwediyê xwaringeha El-Umera û dikanên derdorê dest bi sererastkirina milkên xwe kirin, ku di encama teqîna roja çarşemê de zirar dîtine û gotin: "Kiryarên terorîst dê rê li pêşiya berdewamkirina jiyanê me negire." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberekî ku ji çeteyên DAIŞ'ê reviye diyar kir ku çete sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin û destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê li her derê mayînan diçînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Welatiyên navçeya Girkê Legê diyar kirin ku armanca dewleta Tirk dagirkirina Heleb, Şengal û Kerkûk e û tinekirina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Welatiyan gotin, ew avakirina herêmeke bi ewle di bin çavdêriya Tirkiyê qebûl nakin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çeteyên DAIŞ‘ê nexweşxaneya giştî ya bajaroka Sûsê yê rojhilatê bajarê Hecînê veguherandin nexweşxaneyeke leşkerî ku tenê çeteyên xwe tedewî bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li navçeya Amûdê kongreya xwe ya sêyemîn bi dirûşma "Bi vîn û rêxistinbûyînê em ê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeke ne navendî û demokratîk ava bikin" li Hola Beylesan li dar dixe, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya KNK-Rojava hevdîtinên xwe bi partiyên Kurdî re didomîne. Di vê çarçoveyê de îro serdana Partiya Komunist a Kurdistanê, Partiya Demokratîk a Kurdistanê –Sûriyê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Yekîtiya Rewşenbîran a Hesekê Selah Derwîş got: "Dema Kurd yekîtiya xwe ava bikin dê hêzekî mezin ava bikin û dê siyaseta wan li ser asta cîhanê pêşkeve. Li ser wê em ê gavên cidî bavêjin ji ber ku em xwedî erdnîgarî, çand û dîroka vê xakê ne." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Di demê dawî de êrîşên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn. Balkêş e vê carê yekser hêzên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ tê armançkirin. Hêzên Koalîsyonê ji 2015’an heta niha li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi hêzên YPG û QSD‘ê re li dijî DAIŞ têkoşîn dike. Li eniyên şer de ev hêzan bi DAIŞ‘ê re rû bi rû şer kirin û DAIŞ ‘ê çewa êrîş tîne ser Hêzên Sûriya Demokratîk, dianî ser hêzên Koalîsyonê jî. Lê li herêmê ne eniyê şer de heta niha yekser DAIŞ‘ê hêzên Koalîsyonê ne dikir armanc. Lê xuya ye êdî ev hatiye guhertin. (BI WÊNE).

JIN

-Meclisa Jinên Sûriyê li bajarê Minbicê bi armanca şermezarkirina gefên dagirkeriya Tirkiyê li ser Sûriyê çalakiyeke protestoyî li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Tenduristiyê ji bo sivikkirina barê şêniyan û pêşxistina warê tenduristiyê beriya çend hefteyan beşa zarokan li nexweşxaneya Wetanî ya Tebqayê vekir û ji bo wê kadroyek pispor û alavên pêwîst amade kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA