ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-01-2021

- Şopandin geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

- Şopandin çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin.

-Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê şahiya salvegera 7’an a damezrandina xwe, li komelgeha Beylesanê ya li navçeya Amûdê saet di 10:00’an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rûspiyê eşîra Bekîr a li Dêrazorê tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got "Dewleta Tirk siyaseteke qirêj li herêmê dimeşîne." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên navçeya Dirbêsiyê da zanîn ku êrişên dijwar ên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, armanca wan têkbirina nasname û dîroka gelên herêmê ye û ev êriş li pêş çavên Rûsya ya garantor pêk tên ku bûye aliyekî van êrişan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Meclisa Jinan a Sûriyê li Qamişlo bi boneya salvegera 3’eymîn a dagirkirina Efrînê ji aliyên dewleta Tirk û çeteyên wê ve çalakiyekê li pêş avahiya NY’yê ya li taxa Siyahî saet di 11:00’an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Endamê Têkiliyên Giştî yên MSD’ê Selam Hisên got dewleta Tirk li Efrînê qonaxa dagirkirina herêmê derbas kiriye, ji ber tu dewleteke dagirker li cîhanê mîna dewleta Tirk sûcên qirkirina komî li Efrînê nekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ji Rêveberên Partiya Sûriya Pêşerojê Rustem Bekir got armanca hikumeta Şamê ji dorpêçkirina kantona Şehbayê, ew e ku Rêveberiya Xweser tawîzan bide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê, merasîma bîranîna wêjevan û helbestvanê bi navê Mihemed Menla Xezîl saet di 12:00’an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Malbenda Helebê ya Çandê, çalakiyekê li dar dixe, tê de hejmarek ji hezkiriyên Efrîna dagirkirî helbestên xwe dixwînin. Saet 13: 00’an (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Serokê meclisa eşîra El-Cebûr ya li  herêma Cizîrê Fewa El-Zoba piştrast kir ku armanca sîuqastkirinên li dijî kesayetên eşîran, derxistina fîtneyan e û da zanîn ku ew bi Rêveberiya Xweser û jiyana hevbeş ve girêdayî ne, ji ber ew rêbaza yekane ya li dijî tevahî planên li dijî herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Diya Tamir pîşeya dermankirina nexweşan a bi giyayan ji dabîra xwe wergirtiye û bi wê pîşeyê malbata xwe derman dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêveberiya Nexweşxaneya Dil û Çavan amadekariyên xwe bi dawî kirin û dê di çend rojên bê de yekemîn emeliyeta dil (qelib meftûh) çêbike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA