ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-07-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên Hesekê cenazeyê hejmarek şehîdan li goristana Şehîd Dijwar oxir dikin, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pispor û lêkolînerên amerîkî gotin: “Mikurhatina dewleta Tirk a ji bo  revandina malbeteke DAIŞ’î ji kampa Holê, têkiliyên wê yên xurt ên bi DAIŞ’ê re diyar dike. Tişta ku Tirkiye dike şaş e, binpêkirina peymanên navdelwetî ne û bêrêziya li hemberî NATO'yê ye." (BI WÊNE).

- Li kêleka şerê ku nêzî 10 sal in li Sûriyê dewam dike, hewldanên cidî yên parastina civakeke hevgirtî ku perwerde û çanda xwe bi pêş dixe jî tên kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Ebdulkerîm Sarûxan got: “Peyama Rêber Ocalan a derbarê pêkanîna aştiyê li Rojhilata Navîn û çareserkirina nakokiyan de zelal e. Ji ber ku banga dîtina çareseriyan û avakirina sîstemeke adil dike.” Gulîstan Îbrahîm jî destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan xwedî fikreke demokratîk e, fikirê Wî li dijî qanûnên hegemoniya baviksalarî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberê Akademiya Civaka Demokratîk a Kantona Hesekê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di şerê xwe yê taybet ê li dijî gelên herêmê de, teknolojiye bi kar tîne û got: “Neteweya demokratîk bersiva li hemberî vî şerî ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnameger Necmettîn Salaz destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê bi pêzanîna Iraqê re pêk tîne û Iraq li dijî xweseriya Kurdan a li Başûrê Kurdistanê xwe ji bo mudaxeleyeke berfireh amade dike. (BI WÊNE).

CÎHAN

-Nakokiyên di têkiliyên Rûsya û Tirkiyê de zêde dibe. Li gel vê dosyayên hevpar ên herdu welatan li Spriyê û Lîbyayê, herî dawî Ezîrbeycanê tev lihev bûne. Li aliyekî din jî rageşiya li Idlib a Sûriyê kur dibe de, Tirkiyê ber bi Sirte ya Lîbyayê ve diçe. Gelo rewş ber bi kuderê ve diçe? (BI WÊNE).

-Endamê Parlemantoya Lîbyayê Îbrahîm El-Dersî got: "Hikumeta Wîfaqê rewabûna xwe winda kiriye ji ber ku parleman bawerî neda, ji ber nerewabûnê  jî welat firot Tirkiyê û çeteyên Sûrî. Piştî ku Misir şandina leşkeran derveyî sînor erê kir, tu çare li pêşiya Erdogan û hikumeta Wîfaqê re nema. (BI WÊNE).

JIN

-Jin û çalakvanên siyasî yên bajarê Helebê û navçeya Mergeda ya kantona Hesekê kiryarên dewleta Tirk û rejîma Îranê yên li dijî jinan red kirin û bang li tevahî jinan kirin ku têkoşîna xwe ya li dijî rejîmên Tirkiyê û Îranê bilind bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Bajarê Minbicê bi çandina hemû cureyên sebzeyên Havînê navdar e. Bi vê yekê sîstema xwetêrkirinê pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rêveberiya Kampa El-Mehmûlî bi koordîneya rêxistineke  xizmetguzariyê ya Tebqayê, li ser projeyekê dirêjkirina xetên avê bi dirêjahiya 11 hezar metreyî ji kampê re dixebitî. Di kampê zêdetirî 8 hezar koçber ji herêmên cuda ji Sûriyê hene. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê re buhabûna madeyan, bi taybetî buhabûna goşt bandoreke neyînî li amadekariyên cejnê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA


Mijarên Din