ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21- 11-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Hejmara kesên sûrî yên ku li ser kefaleta şêx û biryara Rêveberiya Xweser ji kampa Holê derketine, gihaşt 6 hezar kesî, amadekarî tê kirin ku 300 kesên din derkevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Êzidiyan der barê peymana têkildarî Şengalê ya di navbera hikumeta Iraqê û PDK`ê de gotin ku peyman amadekariya pêkanîna komkujiyeke din li dijî êzidiyan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Weqfeya Jinên Rewşenbîr, Buroya Jinan di Komîteya Wêjeyî de û Buroya Jinan a Yekitiya Rewşenbîran daxuyaniyeke hevpar ji bo redkirina şerê kurdî-kurdî li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo didin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Nûnerê Meclisa Sûriya Demokratîk ê li Misirê diyar kir ku serdana ENKS`ê ji dewleta Tirk re ne li gorî şer û qonaxên diyalogên kurdî-kurdî ne, di vê pêvajoyê de Tirkiye roleke xeternak dilîze, lewma divê encûmen li hesabên xwe vegere. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di nava hikumeta Sûriyê de li ser astên siyasî û çapemenî guhertin û bûyerên nû rû didin. Li gorî şîrovekeran, li gel binketina siyasî û çapemenî pêvajoya heyî zemînekê ji bo lidarxistinên serokatiya bê re çêdike. (BI WÊNE).

JIN

- Endamên meclisên jinan û Kongreya Star gotin jinên birêxistinkirî li dijî wan tundî tê meşandin û gotin: "Bi perwerdeyê em ê tundiya li ser jinan bi sînor bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), ya Helebê, têkildarî tundiya li ser jinan, civînekê li beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûd bi rêxistin dike, saet 15:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Dibistana gundê Gozliyê ya li nêzî herêmên di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de ye, li pêşberî êrişan rû bi rû maye. Tevî vê yekê xwendekar perwerdeya xwe didomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xwediyên pez her sal li benda zayîna pezê xwe ne, ku jêdera debara wan a jiyanê ye, lê îsal rewş cuda ye ji ber ku nexweşiyek di nav pez de belav bûye û berxikên wan telef dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA