ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21 - 12-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Rêxistinên civaka sivîl bi hevkariya Yekitiya Rewşenbîrên Reqayê bi diruşmeya  "Şehîdên me pira azadiyê ne" çalakiyekê ji bo şehîdan, li hola yekitiyê li dar dixe, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Têkildar êrişên artêşa Tirk a dagirker, Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) daxuyaniyekê li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo dide, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li bajarê Qamişlo, navçeyên Tirbespiyê û Til Birak li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeya Eyn Îsayê meş tên lidarxistin, saet 11:00'an.

-Şêniyên Til Koçer, Çilaxa û Dêrikê ji malbata şehîd Demhat Til Koçer re sersaxî dixwazin.

-Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Hemza Tolhildan li goristana Şehîd Dijwar oxir dikin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- ''Em dizanin rê pir xeter e, bi hêzên Rûsyayê yên bi me re ne bawer in, lê em neçar in. ji ber bi me re nexweş hene û azarên rêyên dirêj tehemûl nakin. Di her cara ku bi aştî di rêya M4’ê re derbas dibin, em dibêjin me jiyaneke nû dest pê kir." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê siyaseta pêkanîna şerê mezhebî pêk tînin. Bi wê re jî mala şêniyekê bi sedema ku navê kurdê wê Zûlfeqar e desteser kir. Çeteyan da zanîn ku ev sedemeke têrê dike ku mala wê desteser bike. Ji ber ew şîe ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji fermandarên QSD’ê Ziyad Heleb destnîşan kir ku wan êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundewarên Eyn Îsayê şikandin û piştrast kir ku idîaya dagirkerî û çeteyên wê li ser dezgehên çapemeniyê derew in. Ziyad Heleb got şervan di berxwedanê de bi rihê serkeftinê berdewam in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî zêdebûna êrişan li dijî navçeya Eyn Îsayê, bêdengiya hêzên Rûsyayê û hêzên hikumeta Şamê û zêdebûna sewqiyatên leşkerî li derdora bajarokê Til Temirê, şêniyên bajarok bi fikar in ku êrişek pêk bê û ew di vê zivistanê de ji gund û bajarokê xwe bên koçberkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Birayê girtiyê siyasî Sadiq Mihemed, Zinar Mihemed destnîşan kir ku bi saya têkoşîna girtiyên siyasî gihaştine vê qonaxê û li ser xaka Kurdistanê serkeftin pêk anîne. Mihemed bang li gelê Kurdistanê kir ku piştgiriya girtiyan bikin û armanên wan pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan hişyarî dan  ku PDK`ê li hemberî gelê Kurd heman siyaseta dewleta Tirk bide meşandin û heke wiha be dê bandoreke neyînî li doza kurdî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên ku bi rêber Ocalan re rûniştine gotin:"Tişta herî balkêş di axaftinên rêber Ocalan de fikirên wê yên li ser yekitiya gelan, rakirina zordariyê li ser tevahî gelên bindest e.'' (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan da zanîn ku madam firkir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan li seranserî cîhanê belav bûye, dê tecîrda li ser rêbertî wateya rastiya fikir û felsefeya wî kêm nekir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Ebd Hamid El-Mihbaş diyar kir ku şêniyên Bakur û Rojhilê Sûriyê bi hemû awayan li dijî dagirkeriyê disekinin û bêdengiya Rûsya û Amerîkayê ji êrişên artêşa Tirk rexne kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Nivîskarê misirî Mistefa Berekat, diyar kir ku li ser têkiliyên baş ên Serokkomarê Tirkiyê Recp Teyyip Erdogan û DYA`yê di pratîkê de dawî bûne û destnîşan kir ku rejîma Erdogan ji hundir ve dişkê û hilweşandinê wê tenê mijara demê ye. (BI WÊNE)

ANHA