ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-5-2020`AN

-Şopandina bûyerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Şaneyek veşartî ya girêdayî çeteyên DAIŞ`ê ku xwe amade dikirin di Cejna Remezanê de erîşêke teqemeniyê pêk bînin. Şane ji  aliyê Yekîneyên taybet ên Hêzên Sûriya Demkratîk ve hatin girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyên eşîra El-Bosalim ên navçeya Til Hemîsê diyar kir ku angaşt û îdiayên derew ên ku hin aliyan li dijî Rêveberiya Xweser û QSD’ê gotine, bi mebesta hewldanên fitne û jihevkirina di navbera gelên Kurd û Ereb de ne û wiha pirs kir "Ka ew sûcên li ser nîqaş dikin li ku ne? (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Desteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barûd diyar kir ku pêkanîna Qanûna Qeyser dê derbeyeke mezin ji bo aboriya Sûriyê be. Her wiha banga dûrxistina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji lîsteyên pêkanîna vê qanûnê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rewşenbîran bal kişand ser girîngiya yekitiya gelê Kurd da ku mafên xwe yên rewa bi dest bixin û li hember azara komplo û siyasetên qirkirinê bisekin. Her wiha piştrast kirin ku cîhan li ber pergalên siyasî û aboriyeke nû ye û çareserkirina doza Kurd rêbaza demokratkirina Rojhilata Navîn e.

Malbata zarokê bi navê Ebdo Şêxo bang li civaka navdewletî kir ku rewşa kurê wê yê ku çeteyên Tugeya Semerqend revandine û şandine Lîbyayê eşkere bikin. Her wiha dewleta Tirk a dagirker  ji ber sûcên wê li dijî sivîlan li Efrînê dagirkirî muhesebe bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Êdî hebûna Tirkiyê li Yemenê bi taybet herêma başûr û ji bo dewletên cîranê Yemenê re metirsiyên zêde li Kendava Ereban û Misirê jî diafrîne. Ji ber ku Tirkiyê girîngî dide herêma li kendava Eden, Bab El-Mindeb û Deryaya Sor. (BI WÊNE)

POLÎTÎKA

Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Ehmed Xoce bang li partiyên Kurdan kir ku ji metoda berjewendiyên partîtî yên teng derkevin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Jinên kantona Efrînê û bajarê Reqayê cejna Remezanê pîroz kirin û hêvî kirin ku ev cejn bibe wesîleya rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegera li warê xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Zêdetirî hezar û 564 jin li herêmên di bin dagirkirina artêşa Tirk a dagirker de di du salan û nîv de rastî binpêkirinan hatin. Li aliyekî din rêxistinên hiqûqî yên cîhanî yên têkildarî mafên jinê di vî warî de nelivîn. Tenê rêxistinên jinan ên herêmî dosyaya jinan dişopînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Hêzên Parastina Civakê(Cewherî) rolek pêşeng li gelemperiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina ewlehiya herêmê dilîzin. Hêzê di vê dawiyê de bi destpêkirina mewsima çinînê re ji bo rêgirtina li pêşiya şewatan dewrî û nuqeteyên xwe li bajarê Hesekê zêde kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser 22 navend ji bo depokiirna 650 hezar ton, kirîn û wergirtina 500 hezar ton genim ji cotkaran diyar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi destpêkirina mewsima çinînê re bijîşkên beyterî şîret li xwediyên sewalan ikin ku di vê demê de zêde sewalên xwe di nav zeviyên neçêrînin. Bi taybet ên ku dişewitin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

(şx)

ANHA