ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21.04.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên Efrînê ji bo şermezarkirina zêdegaviyên artêşa Tirk a dagirker li ser xaka Sûriyê li gundê Ziyaretê li navçeya Şêrawayê di saet 13:00`an dimeşin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Berdevka fermî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nûjîn Dêrik got: “ Hêzên Ewlehiya Hundirîn gelek şane û komên terorîst tune kirin. Piştî lêpirsînan eşkere bû ku komên terorîst desteka xwe yekser ji Tirkiyê digirin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Di mijara dosyaya Sûrî de gelek liv û tevgerên navdewletî û herêmî hene. Di navbera Rûsya û Îranê de nakokiyên ji bo berfirehkirina hegemoniya xwe zêde bûne. Bi taybet piştî koordîneya di navbera Israîl û Rûsyayê de. Li herêmên bêçek jî asta nakokiyan bilind bûne. Ji aliyekî din ve bûyerên ku li Cezayir û Sûdanê rû didin didom in. Hevpeymana serdemê dê piştî Remezanê were ragihandin.

INFOGRAFÎK

-Mezintirîn girtîgehên rojnamegerên  pispor e. Ji destpêka derbeya têkçûyî û heta niha 319 rojnameger hatine girtin. Tevî girtina 189 dazgehên çapemeniyê.

JIN

- Endamên tirafîkê yên jin ên Reqayê tirafikê di nav bajêr de birêxistin dikin û çavdêriya dewriyên rojane dikin. Ji aliyekî din ve hewl didin dibistana fêrkirina ajokaran a taybet bi jinan, vebikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Jinên taxa Şêxmeqsûd hêza di xebatên saziyên sivîl û komînên taxê de bi riya birêvebirina karûbarên civakî û xizmetguzarî  isbat kirin. Her wiha hejmara xwe di saziyên taybet ên jinan de duqat kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Tevî bihnkirina gaza jehr û birînênê ku şûna wan heya niha belî ji ber ku ji ber rewşa aborî nikarîn derman bikin, li hember dorpêçê li ber xwe dan heya ku dorpêç hate şikandin.

- Piştî 4 salan şêniyên gundê Boz Geyîg û gundên derdorê yên girêdayî bajarê Minbicê li gundewarê bakur û bakurê rojava ji nû ve vegerîn pêkanîna ayînên serdana meqama Şêx Yûsif El-Nûranî El-Sefewî.

ANHA