ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21.05.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Çalakiya piştgiriya hemleya grevên birçîbûnê li navçeya Ehdas di roja xwe ya şeşemîn de berdewam e.(BI WÎNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Herêma Cizîrê çalakiya konvedanê ya li Parka 19`ê Tîrmehê ya bajarê Qamişlo ji bo piştgiriya Leyla Guven û çalakgerên grevên birçîbûnê didomînin.(BI WÎNE Û DÎMEN)

-Sara Xelîl diyar kir ku heta çeteyên DAIŞ`ê yên di destên QSD`ê de neyên darizandin û dadgehek bi zagonên navneteweyî neyê avakirin, xetereyeke mezin li ser herêmê heye.(BI WÎNE Û DÎMEN)

- Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên der mirovî li Efrînê de didomînin. Hêzên dagirker di rojên dawî de li gundê Kîmarê 15 malên şêniyan desteser kirin û kirin bargehên leşkerî. (BI WÎNE Û DÎMEN)

- Şêniyên navçeya Dirbêsiyê gotin, hevdîtina parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi muwekilên xwe re nayê wateya bidawîbûna tecrîdê. Her wiha tekez kirin ku ew şopdarên Leyla Guven û berxwedana wê ne.(BI WÎNE Û DÎMEN)

-Parêzer Bedirxan Etê diyar kir ku lêkirina dîwar li Efrînê tê wateya parçekirina axa Sûriyê, lê li hemberî vê rejîma Sûriyê heta niha bê deng maye.(BI WÎNE Û DÎMEN)

JIN

- Jinên Efrînê tekez kirin ku ew dê têkoşîna li hember dagirkeriya Tirk mezin bikin û ew piştgiriya berxwedêrên grevên biçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven dikin.(BI WÎNE Û DÎMEN)

- Ji 25 salan ve tevahiya cûreyên şînatî û gulan li ser banê mala xwe de diçîne. Pê debara xwe peyda kir û niha banê mala wê bûye meqseda tevahiyan.(BI WÎNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Li kolanek ji kolanên bajarê Serêkaniyê, kilînka bijîşkî nexweşiyên zarokan bi navê Hîlal El-Xidir heye. Xwediyê kilîkê alîkariya welatiyan dike û bi nirxekî madî pir kêm li gorî bijîşkên din ên herêmê nexweşan derman dike.(BI WÎNE Û DÎMEN)

- Li kantona Kobanê ya Bakurê Sûriyê rêjeya bax û baxçeyan kêm e. Li kantonê 3 daristan hene, lê ew jî li pêşiya şewat û birînê rû bi rû maye.(BI WÎNE Û DÎMEN)

ANHA