ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21.06.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên Efrîn û Şehbayê sersaxî ji malbatên şehîd Zekeriye Silêman li gundê Til Qirah dixwazin, saet 12:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Yekitiya Ragihandina Azad Dadargeha Yekemîn a Ragihandina Nivîskî û Çapkirî li hola Zana ya Qamişlo li dar dixe, saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Nûnerê navneteweyî yê Siwêdî yê dosyaya Sûriyê Bar Ornioz tecrubeya Rêveberiya Xweser bi pêşengê warê demokrasiyê û azadiya jinê wesifandin. Bar Ornioz destnîşan kir ku gelê Kurd bi tecrubeya xwe dê ji cîhanê re bibe jêdera îlhamê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Aldar Xelîl diyar kir ku Hikumeta Herêma Kurdistanê di avrêza şaştiyan de ye û got: Difikire ku Tirkiyê bi êrîşên xwe li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê tenê şoreşgeran li çiyayên Kurdistanê dike hedef, û nahizirin ku êrîşên Tirkiyê li dijî gelê Başûr û hebûna Kurd û Kurdistanê ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Daxwazên şênî, şêx û rûspiyên êlên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên saziyên sivîl ji bo avakirina dadgehek navdewletî li herêmên wan zêde bûn. Îro jî endamên Meclisa Sivîl a Dêrazorê banga xwe ji bo avakirina dadgehek navdewletî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Nivîskar û rojnamevanê Misirê Seyid Ebdulfetah destnîşan kir ku nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe disperê nirx û pransîpên mirovî û exlaq û got: "Heger li ser erdê pêk werin, têrê dike ku aloziya Sûriyê di nav de hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bibin." .(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hindek Siyasetmedar diyar kirin ku armanca dewleta Tirk ji avakirina herêma ewle, dagirkirina herêmê û vejandina serdema Osmanî ye. Siyasetmedaran teqez kirin herêma ewle divê bi çavdêriya navdewletî be. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamê şandeya rojavayî Prof. Andrej Grubacic tekildarî dîtina sîstema herêmê, diyar kir ku Şoreşa Rojava şoreşek pratîkî ye û got: “Em mirovên derve heyranê vê projeyê ne û xwe perçeyek ji vê projeyê dibînin. Me siberoja xwe li vir nas kir. Min lêgerînên xwe li Rojava bi encam kir.” .(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Adakemisyenê Sûrî Dr.Muhîb Salhe got, lihevkirinên Astanayê ji destpêkê ve armanc jê ew bû ku Sûriyê ji kantonên taîfî û netewperestî re were parçe kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Jinên beşdarên komxebata Meclisa Jinên Sûriyê ya bi dirûşmeya Jin û ol diyalêktîka zodarî û azadiyê` bibûn girîngiya lidarxistina mîna van komxebatab anîn ziman, bi taybet piştî bidawîbûna serdema DAIŞ`ê û binpêkirinên ku der heqê jinan de dikirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk li Bakurê Sûriyê û êrîşên wê li dijî Başûrê Kurdistanê meşek li dar dixe, saet 20:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Şêniyên taxa Mişêrfe ya bajarê Hesekê ji ber bihnên genî ku ji cihê avêtina çopê tê bi gilî ne. Li gorî beşa Hawîrdorê ya Komîteya Şaredariyan a kantona Hesekê dê cihek din dûrî bajêr ji bo avêtia çopê re diyar bikin û dê demek nêz de destpê bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Komîteya xizmetguzeriyê û Şaredariyan a li gundewarên Dêrazorê gelek projeyên xizmetguzeriyê ku aliyê xizmetê li gundên Dêrazorê bilind dike, pêk anî, komîteyê 500 melyon L.S ji bo ziftkirina rêyan û hin projeyên zixmetguzeriyê diyar kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Meclisa bajarokê Hecînê bi hemû enerjiya xwe di pêşkêşkirina xizmeta sereke ji şêniyên bajarok re dixebite, ew yek di demeke ku şêniyên wê piştî rizgarkirina bajarok ji çeteyên DAIŞ`ê vedigerin pêk tê. Meclisê di demeke kin de ava vexwarinê ji bo şêniyan peyda kir û gelek saziyên xizmetguzeriyê aktîf kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA