ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21.08.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiya mertalên zindî li ser sînorên bajarê Serêkaniyê, Girê Spî û Kobanê berdewam dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mamosteyên kantona Kobanê ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşekê li qada Şehîd Egîd a bajêr li dar dixe, saet 10:00. Bi heman mebestê mamsoteyên kantona Qamişlo daxuyaniyekê li ber avahiya Rêveberiya Dibistanan dide raya giştî, saet 10:00.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa navçeya Amûde û Şaredariya Gel a navendî ya navçeyê ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê ji aliyê AKP‘ê ve daxuyanî dide, saet 10:00‘an.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di qada Idlibê de gelek pêşketinên bilez rû didin. Dibe ku bibin sedema şerekî di navbera hêzên herêmî û navdewletî de. Tirkiyê bi rêya avakirina nuqteyên çavdêriyê li Idlibê dixwaze herêmê kontrol bike. Ev jî Rejîma Sûriyê û Rûsyayê aciz dike. Gelo ev nuqte li ku derê belav dibin? .(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Dirbêsiyê û Şedadê diyar kirin ku ew amade ne sînorên xwe ji her êrîşên derve biparêzin.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ruxmî şerên Tirkiyê bi maskên olî û hewldana sorkirina êlên Ereb li gel şerek çapemenî û derûnî, lê hewldana Tirkiyê ji bo derxistina şerê kurdî-Erebî di dirêjahiya salên aloziyê de bi serneket. Êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel hewldana Tirkiyê ya nû ji bo dagirkirina herêmê, peyama xwe ya diyar ragihandin.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin bang li şêniyên Nibul kirin ku nehêlin hindek kom şêniyên Efrînê yên ku diçin bajêr da ku pêdiviyên xwe peyda bikin birevînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-Artêşa Tirk û çeteyên wê kiryarên li dijî mafên mirovan li Efrînê didomînin. Li gorî çavkaniyan şênî rojane bi kiryarên revandin, kuştin û îşkenceyê re bi destê komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, rû bi rû dimînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

Daxwazên pêwîstiya lidarketina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ji bo avakirina yeknêrîna Kurd û lêvegerek siyasî ku nûnertiya gelê Kurd di qadên navdewletî û herêmî de dike, zêde dibin.(BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star lidarxistina rêzecivînan ji şêniyan re bi koordîneya tevahiya saziyên sivîl, partî û meclisa giştî berdewam dike. Kongreya Star îro du civîn li taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd li dar dixe saet 19:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Pirsgirêka ceneretoran li bajarê Qamişlo hîna çareser nebûye û şênî ji ber nepêkanîna xwediyên ceneretoran rêgeên ku Şaredariyên Gel danîne bi gilî û gazinc in. şaredariyên Gel hebûna vê pirsgirêkê tekez dikin û tê payîn dewriyên meydanî organize bike da ku pirsgirêkê derbas bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cotkatên fistiq helebî yên herêma Minbic û kantona Kobanê li Bakurê Sûriyê dest bi çinîna hilberînên fistiq kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA