ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22 -03-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Bersum got: “Em dikarin bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan guhertineke rasteqîn ji bo parastina xak û gelê Sûriyê çêbikin. Ji bo li dijî her dagirkerekî û hêzeke terorîst bisekinin. Em dikarin bi van ramanan Sûriyeke nû, demokratîk û azad ava bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Serokê navenda Ereb a Karûbarên stratejîk  a Qudisê şêwirmend Zeyd El-Eyûbî got: “Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan berpirsê belavbûna kuştin û wêraniyê li bakurê Sûriyê û Lîbyayê ye. Ji ber ku desteka komên terorîst ên çekdar ên li wir dike. Erdogan, li dijî Kurdan sûcên şer dike û ji bo netewa Ereb xeteriyek e.”

ROJHILATA NAVÎN

- Nîşaneyên bikeftina lihevkirina Rûsya-Tirkiyê girêdayî Idlibê di asoyan de destpê kir. Li Iraqê ji ber nakokiya li ser erkdarkirina serokê hikumetê yê nû bertekên siyasî yên dijber derketin. Li rex wê jî vîrûsa Korona li cîhanê belav dibe, bi taybet li Ewropayê.

CÎHAN

Berpirsê Dosyaya Muhacir û Biyaniyan di Partiya Lîberal a Îtlalyayê de Adil Xetab diyar kir hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihiştiye 47 hezar kesî û rêjeya miriyan ji sedî 10 e.

ANHA