ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22- 11-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Navenda çand û hunerê ya Reqayê bi hevkariya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ê şahiyekê bi boneya Roja Cîhanê ya Zarokan li navenda çand û hunerê li dar dixe, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran ên Herêma Cizîrê Kurdyar Dirêî got, serdana ENKS'ê ya ji bo Tirkiyê dikeve xana dijminatiya xebatên yekitiya kurd. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Birîndarên şer ên Reqayê diyar kirin ku tevî birîna wan di berxwedanê de bi israr in. Her wiha destnîşan kirin ku armanca wan a tevlbûna hêzên leşkerî parastina welet bû û dê ser vê armancê bixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Salim Şebeş ê ji Serêkaniyê ya dagirkirî bi tewana ku têkiliyên wî bi Rêveberiya Xweser re heye, ji aliyê çeteyan ve tê girtin û îşkencekirin. Herî dawî ji bo were berdan neçar tê kirin ku mala xwe ji çeteyan re bihêle û careke din derbasî Serêkaniyê nebe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star bi armanca piştgiriya aboriya jinan li herêma Dêrikê dest bi çandina genim û zebzeyan kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Li gorî çavdêran, êrişên Îsraîlê yên hefteya borî yên li ser başûrê Şamê nameyek bûn vê nîşan dide ku tevî binkeftina Trump dê êrişên Îranê berdewam bikin, her wiha paşguhkirina Pempeo rayedarên Tirk di dema serdana xwe ya ji bo Stenbolê de nîşaneyên xirabûna têkiliyên herdu welatan da. Li aliyekî din jî Rûsya hewl dide tecrubeya Tertûsê li Sûdanê pêk bîne.

ROJHILATA NAVÎN

- Rojnamevana lubnaî Orlîna Sikir da zanîn ku komarî ji demokratiyan bêhtir hesabên dosyayê xwe dikin û destnîşan kir ku Joe Biden têkildarî dosyayên Îsraîlê, Tirkiye, Rûsya, Îranê û Çînê ya ku gef li sîstema cîhanî xwar ne ji rêveberiya Trump curda ye. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê Rîham Heco got Erdogan li êzidiyan planan datîne û PDK’ê bê şerm pêk tîne, her wiha destnîşan kir ku helwesta hikumeta Iraqê ya li hember êzidiyan jî şermînî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Zîlan piştî ji hezkirin û henûnbûna dê û bav mehrûm ma, bi hezkirina dost, bira û xebatkarên Mala Sêwiyan, xwe dilrihet dike. Li aliyekî din jî Xebatkarên Mala Sêwiyan hewl didin azarên mehrûmkirinê yên ku Zîlan ji ber şer dîtine, tawîz bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li Kobanê ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, qedexeya derketina derve hate ragihandin. Zanîngeha Kobanê careke din wê bi rêya sîstema onlinê perwerdeya xwe dewam bike.

CIWAN

- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêşketineke pisporî ya rewşa werzîşê heye. Her wiha li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo avakirina tîmeke taybet a jinan a futbolê û avakirina yarîgehekê bû sedema pêşdeçûna lîstokê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA