ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22- 12-2020`AN

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Li navçeyên Girkê Legê û Cezayê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsayê xwepêşandan tên lidarxistin.

- Şerê li derdora navenda navçeya Eyn Îsayê di roja 4’ê de ye . Şervanên QSD`ê ku bersiva êrişan didin, 4 hewldanên dagirekeran ên kontrolkirina rêya navneteweyî ya li rojhilatê navçeyê têk birin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena diyar kir ku liv û tevgera artêşa Tirk a dagirekr û çeteyên wê li eniyê şer ên navçeya Zirganê zêde bûne. Hena bêdengiya Rûsya ya li hemberî êrişên Tirkiyê şermezar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên êlên navçeya Dirbêsiyê piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan dan, ji ber ku hêza tekane ye ku cîhan ji hovîtiya DAIŞ`ê rizgar kir û ewlehî misoger kir. Her wiha gotin ku êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erêkirina Rûsyayê pêk tên. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Sekretêrê Giştî yê Partiya Guhartin û Ronesans a Sûriyê Mistefa Qeleçî got, ne guncaw e ku sêaliyên Astanayê bibin piştevanên xebata siyasî ya li Sûriyê. Qeleçî bang li tevahî sûriyan kir ku di yek xendekê de parastina xaka Sûriyê bikin. (BI WÊNE).

KURDISTAN

- Şêniyan gotin ku ne ji têkoşîna PKK`ê bûya, Başûrê Kurdistanê nedibû xwedî hikumekî federal. Şêniyan bang li PDK`ê kir ku astengiyan ji gelê Kurd re dernexînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mihemed Emîn îşaret pê kir ku rêber Abdullah Ocalan digot divê gel ji bo şerê gel û şoreşgerî amadehiyê bike û got “Rêber Ocalan digot divê gel û tevgera azadiyê bi hev re bin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Endama Koordînasyona Kongre Star a kantona Hesekê diyar kir ku tecrîda li dijî rêber Ocalan tecrîda li dijî tevahî gelan, bi taybet li dijî jinan e û bang li tevahî jinan kir ku piştgirî û piştevaniya berxwedana têkoşerên di girtîgehên dewleta Tirk de bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê debang li tevahî welatparêzan kir piştevaniya girtiyan bikin û çalakiyên xwe zêde bikin, da ku armancên grevên birçîbûnê yên rakirina tecrîda li dijî rêber Ocalan rabe û wiha got: "Girtî bi zikên vala şerê destpotiyê dikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Gerînendeya Avê ya Hesekê bi hevkariya Meclisa Navçeya Şedadê ji bo peydakirina ava vexwarinê ji şêniyên kantona Hesekê re, amadekariya destpêkirina projeya kişandina ava Firatê ji bajarê Hesekê û gundewarê wê yê başûr re dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA