ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22.03.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Xebatên QSD‘ê yên paqijkirina Baxozê werin şopandin.

- Reed lawê Qamişlo, ji rojên destpêkê yên şoreşê ve tev li karwanê şehîdan bû û bû stêrk û welatê xwe bi xwîna xwe ronî kir. (BI WÊNE).

- Malbatên şehîdan ên Kantona Girê Spî bang li civaka navdewletî kirin ku ji bo avakirina dadgehên navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên li gel Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtî, alîkariya rêveberiyê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Nivîskar û şêwirmendê çandî yê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Hisên Mihemed Elî got rêveberiya xweser projeyek şaristanî ye û gelek deng hene ku dixwazin ev tecrube li tevahiy Sûriyê were bicîhanîn. Mihemed Elî tekez kir ku tecrube ji aliyê piratîk ve li Bakurê Sûriyê bi serketiye ji ber ku tevahiya pêkhateyên herêmê bi giyana biratiya gelan di heman xendekî de ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Bi dirûşmeya `Em ê wê ronî bikin`, Şaredariya Gel a bajarê Reqayê projeya 8 km destpê kir. Şaredarî bi rêya projeyê dixwaze di 52 rojan de tevahiya kolanên bajêr ronî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gundên herêma Koçerat di aliyê xizmetguzariyê de gavên mezin hatin avêtin. Şaredariya Xana Serê ji destpêka hatiye avakirin ve bi derfetên kêm xizmetê pêşkêş dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Xizmetguzariyê û Hawîrdorê ya Şaredariya Gel a El-Himêrat xebatên amadekirina parka Hemze Xenam a ku dikeve riya giştî dimeşînin. Her wiha komîteyê bi hevkariya Yekîneya Ava El-Himêrat bi rêya sehrîcan avê dighîne çolistanê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA