ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22.04.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin

-Îro Konferensa Damezirîner a Rewşenbîrên Tebqayê li Navena Çandî li dar dikeve saet 09:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa navçeya Eyn Îsayê komxebatek gelêrî li navçeyê bi armanca şîrovekirina geşedanên siyasî yên dawîn, nîqaşkirina rewşa rêxistinî û guhdarkirina giliyên şêniyan lidar dixe saet 13:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-şêniyên navçeya Amûde sersaxî ji malbata şehîd Emar Deqûrî re dixwazin saet 13:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Yekîtiya Ragihandina Azad roja rojnamegeriya Kurdî di salvegera xwe ya 121`an de li hola Zana ya bajarê Qamişlo pîroz dike saet 16:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rojnamegerên çar parçeyên Kurdistanê rewşa rojnamegeriya Kurdî li herêmên xwe nirxandin û gotin: “Ji pêla destpêkirina rojnamegeriya Kurdî heya niha heman êrîş û astengî li dijî derxistina heqîqatê berdewam dike.” .(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêx Raxêb El-Farês destnîşan kir ku îdiayên Tirkiyê girêdayî herêma “ewle” fêlbaziyek e da ku herêmên din ji Sûriyê dagir bike. El-Farês bang kir ku herêma “ewle” di nav xaka Tirkiyê de were avakirin, ji ber ku gelê herêmê guleyek li dijî dewleta Tirk neavîtiye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Merwa Dirêî bal kişand ser siyaseta Tirkiyêya dijberî gelê Kurd û got ev siyaset ne nû ye. Her wiha tekez kir ku Tirkiyê hewl dide siyaseta Osmanî li dijî gelê herêmê pêk bîne û qadên dagirkirî li dewletên cîran berfireh bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Kongreya Star  û Tevgera Civaka Demokratîk li navçeya Dirbesiyê ji bo piştgiriya çalakiya çalakgerên greva birçîbûnê meşek organize dike. .(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Salha Mihemed, piştî kuştina kurê wê yê mezin di êrîşeke hawayî de û wefata hevjînê wê tevî malbata xwe berî dide herêmên di bin parastina QSD‘ê de. Bi keça xwe re dixebite da ku xwe xwedî bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

- Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Efrînê amadebûna xwe ji bo sekinandina li hember dagirkeriya Tirk a ku hewl dide dîwarekî di navbera Kantona Efrînê û herêmên din ên Sûriyê ava bike, rave kirin. Ciwanan bêdengiya rêjîma Sûriyê girêdayî parçebûna ku li Sûriyê rû dide şermezar kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Komek ji şêniyên Reqayê Mitbaxa El-Ferdos bi armanca pêşkêşkirina danên xwarinê ji bo malbatên xizan û kesên bi hewce re vekir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA