ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22.05.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Çalakiya xwedîderketina li hemleyên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya li navçeya Ehdasê ya Şehbayê di roja 7‘an de bi beşdarbûna endamên navenda çand û hunerê didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Greva birçîbûnê ya pêkhateyên herêma Cizîrê li parka 19‘ê Tîrmehê ya bajarê Qamişlo ya ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevaniya çalakgerên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê di roja xwe ya 6‘emîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li bajarê Kobanê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevaniya çalakgerên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê konê çalakiyan tê venda, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê belavokên girêdayî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav dike, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi dirûşmeya "Werzîş tenduristî û zanist e" Şaredariya Gel a Taxa Şêxmeqsûd a Helebê stad û hawizekî avjeniyê vedike, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveber û endamên Rêveberiya Jinan a Reqayê îşaret pê kir ku armanca dagirkeriya Tirk ji lêkirina dîwarê parçekirinê sepandina siyaseta dagirkeriyê û ji nû ve vejandina dewleta Osmanî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Meclisa Jinên Sûriyê bi beşdarbûna jinên herêma Firat û Minbicê komxebata jinan li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meclisa Jinan a Minbic û Gundewarên wê gelek meclis û rêveberiyên herêmî li herêmê ava kirin, ew yek bi rêya hemleyên meclisê di serdanên xwe ji malên jinan û der barê pêşxistina rola jinan di hemû qadan de nîqaş kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Rêveberiya Kampa Holê bi armanca pêşkêşkirina xizmeta tenduristiyê ji zêdetirî 73 hezar koçber û penaber re amadekariyên vekirina 3 nexweşxaneyên meydanî dike, xebatên amadekirina nexweşxaneyan di qonaxa dawîn de ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kurmê capnodis li Kobanê di nav darên fistiq helebî de belav bûye û heta niha tu çareserî jê re nehatiya peydakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di kampan û nav kavilan de berxwedana xwe ya li hemberî rewşên zehmet dikin û li hêviya vegera li warê xwe ne. Efrîniyên musliman îsal sala duyemîn ku li di nav kampan de rojiya Remezanê digirin. Bi çend dîmen û wêneyan em ê balê bikşînin ser rewşa şêniyan di meha Remezanê de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA