ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22.06.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Bi dirûşmeya "Şûrê xwe bişkîne û dasa xwe rake" Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Qeftan semînereke li ser terorê li navenda çandê ya bajarê Reqayê dide, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê biryara dewletên derve ya der barê avakirina dadgeheke navnetewî ji bo darzandina çeteyên DAIŞ`ê li Iraqê de red kirin û teqez kirin ku divê çete li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên darzandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Meclisa Edaletê di Rêveberiya Xweser de banga li civaka navnetewî kir daxwaza şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya der barê avakirina dadgeheke navnetewî ji bo darzandina DAIŞ`ê bi cih bîne û diyar kir ku ev daxwazekî rewa ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Efrînê anîn ziman ku berxwedana wan bê westandin berdewam e û rizgarkirina Efrînê danîne ber çavên xwe. Şêniyan bêdengiya rejîma Sûriyê û Rûsya ya ji binpêkirinên dagirkeriya Tirk li Efrînê şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Welatiyên Efrînê lêkirina dîwarê parçekirinê li derdora Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve red dikin û dibêjin, ew ê li hemberî wê bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Endamê Buroya Rêxistinî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li herêma Firatê Kedîm Îbrahîm anî ziman ku projeya herêma “ewle” ku Tirkiye pêşniyar dike lîstokek siyasî ye û wiha got: “Ev herêm di çarçvoyea planeke berfirehkirina xaka Tirkiyê ye li ser xaka Sûriyê.”

. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêx û rûspiyên Reqayê diyar kirin ku nameya Abdullah Ocalan dê roleke mezin di çareserkirina aloziya Sûriyê de bilîze û gotin: "Nameya Ocalan banga hevgirtin û jiyana aştiyane li pêkhateyên gelê Sûriyê dike." (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Lihevanînê di meclisên bajarê Minbic û gundewarên wê ji destpêka sala 2019`an heta meha Hezîranê 399 doz çareser kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA