ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22.07.2019

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên herêma Firatê ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê yên li ser herêmê meşekê li Qada Şehîd Gelhat a gundê Xirab Işkê yê Kobanê li dar dixe, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê dewreya perwerdeyê ya pêşxistina asta 102 mamosteyan ku 40 rojî dewam kir bi dawî dike, saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbata Ebû Adam kavilek ji xwe re kiriya stargeh  û malbata xwe ji germahiya havînê diparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çeteyên DAIŞ‘ê li herêmên ku dagir kiribûn bi navê ola Îsalmê sûcên der mirovî li dijî şêniyan pêk dianîn. Yek ji bûyerên di bîra şêniyan de mane, qetilkirina du hevjînan li Minbicê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Rewşenbîrên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez kirin ku pêwîste rewşenbîr rola xwe di vê pêvajoyê  de bilîzin û sûcên dagirkeriya Tirk belge bikin. Her wiha bang li rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê kirin ku rastiya êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê eşkere bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star a Efrînê li dijî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên der heqê jinan de mîtîngekê li kampa Berxwedan li dar dixe, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên herêma Kisra ya başûrê bajarê Reqayê dest bi berhefkirin pelên rezan "Tirî" kirin û ji bo zivistanî depo dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Komeleya Çerkesan a bajarê Minbicê pêşangeheke kevneşopiyên Çerkes li avahiya komeleyê vedike, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pêşangeha pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji aliyê PYD‘ê ve li taxa Şêxmeqsûdê hatiye vekirin di roja duyemîn de didome, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pêşangeha Pirtûkan a Sêyemîn a Herekol di roja sêyemîn de li hola Zana ya bajarê Qamişlo didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Mergedê ya kantona Hesekê hewl dide ji sererastkirina pireyan, xebitandina istasyona şirînkirina avê, xebatên ji bo vegerandina kehrebeyê, di her aliyê xebatên xizmetguzariyê de bi demê re ketiye pêşbirkê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî şerên ku li taxa Şêxmeqsûd a Helebê rû dane warê aborî ya taxê paşde çûbû. Lê piştî vegera ewlehiyê gelek werşeyên dirûnê yên gelek beşan di taxê de vebûn, kargeh derfetên kar ji bi hezaran şêniyên taxê re peyda kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Warê tenduristiyê li rojavayê gundewarê Dêrazorê bi awayekî balkêş pêş ketiye. Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê 3 navendên tenduristiyê yên ku xebatên tenduristiyê bê pere ji gundên girêdayî xwe re pêşkêş dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA


Mijarên Din