ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23 -01-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Nivîskar û rewşenbîr ê Kurd Feramez Mihmed got: “Şoreşa Rojava bi saya projeya Neteweya Demokratîk misoger bûye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Êzidiyên Efrînê di salvegera duyemîn a êrişên dagirkiriya Tirk û çeteyên wê yên li ser kantona Efrînê de diyar kirin ku berxwedana wan a li kantona Şehba û navçeya Şêrawayê berdewam e heta vegerin ser xaka xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevdîtinên dîplomatîk ên nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hundir û derveyî herêmê rojeveke siyasî bi pêş xist û di hevdîtinan de projeya Rêveberiya Xweser a der barê çareseriya aloziya Sûriyê de ji aliyan re hate vegotin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso got: “Koalîsyona Navdewletî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ`ê û hikumeta Iraqê berpirsên êrişên artêşa Tirk ên li ser bajarê Şengalê ne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê Efaf Hesekî diyar kir ku partiyên “Encumena Niştîmanî ya Kurdî” ji yekîtiyê direve û got: “ENKS li gorî planên Tirkiyê dixebite. Dewleta Tirk ne tenê partiyekê, hemû gelê Kurd dike hedef.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a Dêrikê di çaryeka dawîn a 2019`an de rêzeprojeyên di plansaziya xwe de danîbûn pêk anîn. Jê sererastkirina rêyan, ziftkirina rêyan, paqijkirina sûkê, avakirina sê piran û 22 ragaran. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di nava qarbalixa li kolanên bajêr û avahiyên nû, her wiha di nava lezbûna jiyanê de hezkirina wî ya ji ber mîraseya kevnar re xaniyek axê li baniya mala xwe ava kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Kampa koçberên Girê Spî zehmetiyên peydakirina betaniyan dikşîne, nemaze ku hejmara kokçberan zêde dibin û rêxistinên mirovî nabin alîkar. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Buroya Yekîtiya Cotkar û Sewalkariyê ya navçeya Şedadê ya başûrê Hesekê nasnameya endamtiyê da bêhtirî 3 hezar kesên pez xwedî dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA