ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-01-2021

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

- Gerên Astanayê ku destpêka sala 2017'an dest pê kirin, piştevanên şer veguherandin hêzên garantor ku tevahiya herêmên Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe dabeşî eniyên şer kirin. Her wiha roleke sereke di kûrkirin û girêkkirina aloziya Sûriyê de lîstin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên Kurd berxwedana şêniyên Efrînê ya li kampên Şehbayê silav kir û diyar kirin ku dewletên dagirker hewl didin bi  rêya dorpêçkirina herêmê ajandeyan derbas bikin û destkeftiyên gelê Kurd têk bibin. Her wiha gotin ku israra wan a li dijî van siyasetan mînaka berxwedan û têkoşînê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- 6 sal di ser ragihandina serkeftina berxwedana sedsalê ya Kobanê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê re derbas bûn. Serkeftina Kobanê destpêka ketina DAIŞ'ê bû. Lê piştî vê ragihandinê bi demeke ne dirêj, xetereyeke nû derket holê ku ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di heman demê de ewlehiya tevahî cîhanê dixe xetereyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Hevserokê MSD'ê diyar kir ku encamên tevahî civînên Astanayê xeta şoreşê Sûriyê guhert û destnîşan kir ku komîteya destûrî biketî ye û hebûna hikumeta Şamê dirêj dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid got: “Rola jinan di Rêveberiya Xweser de diyar û şênber e. Jinên ku di Rêveberiya Xweser de kar dikin jinan teşwîq dikin ku rola xwe di civakê de bi pêk bînin. " Bêrîvan Xalid destnîşan kir ku têkoşîna parastina destkeftiyên jinan û xilasiya ji zihniyeta desthilatdar berdewam e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî zêdetirî salekê ji koçberiyê, jinên ji herêma Serêkaniyê ya dagirkirî, bi hêvî ne vegerin warên xwe û mîna berê jiyana xwe bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Bi diruşmeya  "Efrîn gazî me dike, qîrîna Sûriyê" Meclisa Sûriya Demokratîk – navenda Efrînê bi koordîneya Komîna Wênesaziyê, pêşangehek şêwekarî û peykersazî li kampa Serdemê vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

-Welat; cihê mirov lê jidayîk dibe ku jêre niştman jî tê gotin, di xeyal û ruhê mirov de cihekî xwe yê taybet heye. Bêguman hezkirin û girêdana mirov bi axê, bi cihê mirov lê çavên xwe li jiyanê vedike pir zêde ye. Lew ra welatparêzî ango welathezî têgîneke girêdan û berpirsyarîya mirov li beramber welat bi cih tîne ye.

ANHA