ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23 -02-2020

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Malbatên şehîdan ên navçeya Til Hemîsê 7 cangoriyên azadiyê yên meha Sibatê li navenda çandê bi bîr tînin, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê semînerekê li ser girîngiya çandê li hola parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo dide, saet 16:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Sûriyê ya Lêkolîn û Diyalogan panelekê bi navê "Rewşa siyasî di pêvajoya heyî de" li Kobanê lidar dixe, saet 16:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mihemed Elî Hezûrî bûyerên ku di Sibata 2016‘an de li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê rû dane vedibêje. Mihemed diyar kir ku rojên reş li ser taxê derbas bûn, lê bi saya berxwedanê ew xilas bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ROJHILATA NAVÎN

- Nakokiyên Tirkiye û Rûsyayên di derbarê Idlibê de gûr bûne û 3 toreyên danûstandinên wan têk çûn. Çavdêr dibêjin ku her du alî li ser keviyê  dilîzin. Li aliyekî din xeteriya destwerdana Tirkiyê di Rojhilata Navîn de li ser maseya Ewropayê hate nîqaşkirin. Hêzên ewropî û erebî li alternatîfek din ji "Projeya Sedsalê" digerin. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Li sûkên Sûriyê bi giştî bihayên kelûpelan buha bûne, bi taybet goşt. Ruxmî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek biryar ji bo kêmkirina bihaya goşt dan, lê hinek sedem dihêlin bihayê goşt buha bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nuqteya tenduristiyê ya li kampa Erîşa xebatên tenduristiyê û derman bê pere, ji zêdetirî 14 hezar koçberan re pêkêş dike. Ji aliyekî din ve endamê rêveber ê kampê, bang li rêxisitnê mirovî kir ku di warê tendurisiyê de desteka wan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Zabiteya Parastina Birîneran ya navçeya Tirbespiyê diyar kir ku piştî barîna berfê rê hatin girtin, xwediyê firinan jî ev ye bikar anî û bihayê nan biha kirin. Zabitê diyar kir ku ew li gorî madeya 512 tev digerin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA